Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şakîr Erdemcî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şakîr Erdemcî yê di şerê li Çiyayê Mawa şehîd bibû, li Goristana Guneykentê ya Mêrsînê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Şakîr Erdemcî 18'ê Hezîranê di şerê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de şehîd bibû. Malbatê duh cenazeyê kurê xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir Mêrsînê.

Cenaze di dorpêça polîsan de hat veşartin. Tenê destûra 4 ferdên malbatê hat dayîn ku beşdarî merasîmê bibin. Cenaze di dorpêçê de li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslara Mêrsînê hat veşartin.