Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sonmez a li Bedlîsê şehîd bûbû veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Medya Sonmez (Asmîn Cîlo) ya 11’ê Tebaxa 2020’ê li Bedlîsê şehîd bûbû, piştî 6 mehan û şûnde hate girtin, li warê wê veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Star Medya Sonmez (Asmîn Cîlo) ya 11’ê Tebaxa 2020’ê li Bedlîsê şehîd bûbû, piştî 6 mehan û şûnde malbatê girt.

Piştî nimûneya testa xwînê ya malbatê 3 meh berê dabû Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, malbatê îro çûn Wanê û cenazeyê keça xwe girtin. Cenazeyê Sonmez a li Goristana Bêkesan a Seyrantepe ya navçeya Tûşba ya Wanê hate derxistin, li bajarokê Rustem Gedik a navçeya Kop a Mûşê spartin axê.

Ji derveyî ferdên malbatê rê nedan ku kes tevlî merasîma cenaze bibin.