Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ozkan a li Mawayê şehîd bibû, hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zeynep Ozkan a di êrîşa dagirkeriyê ya li Mawayê de şehîd bibû, li navçeya Basa ya Şirnexê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.

Gerîlaya YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan 18'ê Hezîranê di êrîşa dagirkeriyê ya li bejahiya gundê Xirbekûr a Herêma Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de şehîd bibû. Malbatê duh cenazeyê keça xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir gundê Banayê yê bi ser navçeya Basa Şirnexê. 

Rêveberên MEBYA-DER'ê û ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn. Cenaze di bin dorpêça polîsan de li goristana gund hat veşartin.