Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Aksû hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Selma Aksû (Xwînda Evîn) a ku li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, li warê wê bi beşdariya gelek kesan ve bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Selma Aksû (Xwînda Evîn) a ku li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, li warê wê bi beşdariya gelek kesan ve bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Selma Aksû (Xwînda Evîn) a ku piştî qedexeya di 27’ê Adarê li 7 gundên girêdayî Tetwanê ya Bedlîsê ku di operasyona derketî de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hate teşxîstkirin.
Piştî karûbarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê bi dawî bû, ji bo bi definkirinê ji Amedê ber bi navçeya Bismilê ve ketin rê. Dema ku cenaze anîn gundê Darliya Jorî ya ku wê lê bê definkirin, gelek kesên ku daketin ser rê bi konvoyekî wesayîtan bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin.
Di ketina goristanê de darbes hildan ser milan û dirûşma “Şehîd Namirin” hatin qîrkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde, cenazeyê Aksû bi duayan hate veşartin.