Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Kiliç hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Şîlan Kiliç a di şerê li Colemêrgê qewimî de şehîd bibû, li Goristan Yenîkoyê hate veşartin.

Cenazeyê Şîlan Kiliç (Sara Gulan) a yek ji 7 gerîlayên 7’ê Tîrmehê di şerê li Colemêrgê qewimî de şehîd bibû, li Amedê hate veşartin. Malbata ku cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê girtin, di saetên şevê li Goristana Yenîkoyê veşartin. Di merasîma cenaze de Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Amed, rêveberên bajar û naçeyê dîsa rêveberên MEYA-DER û gelek kes amade bûn.

Piştî cenaze hate definkirin û şûnde gel ji ser goristanê veqetiyan.

LI GORISTANÊ DORPÊÇA POLÎSAN

Di merasîmê de hate dîtin ku polîs bi sedan wesayîtên zirxî û li gel çekên lûle dirêj derdorî goristanê bi cih bibûn. Li her kolanê diçin goristanê wesayîtên zirxî hatibûn bicihkirin, di dema veşartina cenaze de dorpêçkirina polîsan a welatiyan a ji nêz ve bal kişand.