Cenazeyê gerîla Serhat Yalçin hate wergirtin

Malbata yek ji du gerîlayên 10'ê Gulanê li navçeya Licê ya Amedê şehîd bûn, cenaze teşhîs kir û wergirt.

Li gundê Bamitnê yê navçeya Licê ya Amedê, di 10'ê Gulanê de şer qewimî û gerîlayê HPG'ê Serhat Yalçin (Dilgeş Guzereşîn) û gerîlayekî navê wî nehate hînbûn, şehîd bûn.

Cenazeyên herdu gerîlayan ji bo teşhîskirinê birin Saziya Tip a Edlî ya Amedê.

Malbata gerîla Yalçin a li Wanê, ji bo teşhîskirinê sibeha 16'ê Gulanê hat Amedê.

Malbatê cenaze wergirt û berê xwe da Wanê. Li gorî agahiyan, cenazeyê gerîlayê HPG'ê wê li goristana taxa Karşiyaka ya Wanê bê veşartin.

Her wiha hate ragihandin ku cenazeyê gerîlayê din ê navê wî nehate hînbûn di 15'ê Gulanê de ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.