Cenazeyê Arslan li Nisêbînê hate veşartin

Cenazeyê girtiyê nexweş Îsmaîl Arslan ku li Girtîgeha bi Tîpa T a Hejmara 1. a Bandirmayê jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê hate veşartin.

Îsmaîl Arslan (66) ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê 25 salan girtîbû, ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê, lê duh danê sibehê jiyana xwe ji dest da. Îsmaîl Arslan yek ji wan girtiyan bû ku navê wî di lîsteya ÎHD'ê ya girtiyên bi nexweşiya giran de bû. Malbatê cenaze ji Bandirmayê rakir û li Goristana Moris a li taxa Yenîşehîr a Nisêbînê veşart. Di dema merasîma veşartinê de tîmên taybet û polîsên Tirk dor li goristanê girtin. Gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Îsmaîl Arslan beriya niha gelek caran ji bo berdanê serlêdan kiribû, lê nehatibû berdan. Arslan ku sala 1993'an hate girtin, carekê ji bo wextekê bi şert hatibû berdan.