Cenazeyê Şehîd Bardakçî nadin

Cenazeyê Şehîd Bardakçi nadin malbatê, malbatê helwest nîşan da.

MEBYA-DER têkilî gerîlayê HPG'ê Bariş Bardakçi, ku 2'yê Tîrmehê li Çelê ya Colemergê şehîd bûyî û cenazeyê wî nadin malbatê daxuyanî da. Endamên MEBYA-DER'ê û malbata Bardakçi li Goristana Asrî ya Yenîkoyê ya Baglarê hatin cem hev û xwestin ku cenaze destmildest were dayin.

Bav Şukru Bardakçi got ji bo ku cenazeyê kurê xwe bistînin çûne Coelmergê, ji wir çûne Saziya Tiba Edlî ya Mletî û gotine wan cenaze ne li cem wan e.

Bardakçi got wî Serdozgerê Komarê ya Colemergê dîtiye, jê re gotiye dost li Çelê ye, ew jî çûye Çelê û domand, ''Li vir çûme cem dozger. Got divê mînaka xwînê bidim. Min ji bo testa DNA'yê mînaka xînê li Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê da. Dozger gote min ew ê dosyayê bişînin Dozgeriya Komarê ya Colemergê. Piştre ew ê muxatab bibin.

Bav Bardakçi got li gorî encamên DNA'yê gora bi nimroya 3'yan a li goristana bêkesan a kurê wan e û got, ''Ez bi telefonê bi Dozgerê Komarê yê Colemergêre axivîm, gotin dozger got dosya nehatiye cem wan. Piştre jê re gotine dosya kêm e ku şandine dozgeriya Çelê. Ev nêzî 4 mehan e wiha ye. Bila cenazeyê min bidin min, çima wiha dikin.''