Cenazeyê 2 şervanan li Kobanê hatin veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê, cenazeyên şervanê YPG'ê Derwîş Demhat û Şervanê Hêzên Xweparastinê Îzedin Temo, li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanê YPG′ê Firat Saxlem (Derwîş Demhat) û şervanê Hêzên Xweparastinê Îzedîn Temo yên ku di demên cûda yên Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û wiha got: "Şervanan di oxira parastina welat de , canê xwe feda kirine."

Her wiha Endama Kongreya Star Xalsa Ebdulqadir bi navê hemû jinên Kantonê, soza şopandina rêya cangriyan da.

Bavê şehîd Derwîş Demhat jî bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû û wiha anî ziman: “Ez bi şehadeta kurê xwe serbilindim, ji ber ku wî parastina welatê xwe kir. Em soza şopandina rêya cangoriyan didin. Şehîd namirin, her dilê me de dijîn.″

Piştre nasnameya her du şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Cenazeyê şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.