Cemîl Bayik: Divê em pêngava azadiyê bi ser bixînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku pêngava ji bo azadiya Rêber Apo di sala 2024'an de encamên girîng bi xwe re anî û got, pêngav di sala 2025'an de divê bigihêje encamê.

CEMÎL BAYIK

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik têkildarî bûyerên di nava sala 2024'an de qewimîn û armanc û bendewariyên ji sala 2025'an ji ANF'ê re axivî û li ser pêngava ji bo azadiya Rêber Apo, çalakiyên di çarçoveya vê pêngavê de hatin lidarxistin û asta pêngavê ya sala 2025'an daxuyaniyên girîng da.

Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re bi vî rengî ye:

Pêngava azadî ji Rêber Apo re di sala 2024’an de asteke girîng bi dest xist. Di nava salê de li Kolnê hevdîtinên dîrokî çêbûn. Ji her parzemînên cîhanê bi milyonan kes di çalakiyan de li hev civiyan. Nivîskarên xwediyê xeleta Nobelê daxuyanî dan. Asta ku pêngav hat çi ye, pêngav çi bi ser xist û divê di sala nû de di çarçoveya pêngavê de çi bê kirin?

Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kir û niha jî di vê çarçoveyê de dewam dike. Ev pêngav ji aliyê hêzên çep, sosyalîst, demokrat û azadîxwazan ve hate plankirin û destpêkirin ku em weke dostên Kuredan binav dikin û ji bo pirsgirêka Kurd hestiyar in û bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne. Dîsa ciwan û tevgerên ciwanan jî bi awayekî xurt beşdarî pêngavê bûn. Eger em navên wan bihêjmêrin, sendîkayên karkeran, şaredaran, ekolojîstan, enternasyonalîstan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, fîlozof, hiqûqnas, aliyên baweriyan û gelek aliyên ku em dikarin hê jî navên wan bihêjmêrin, beşdarî pêngavê bûn. Tevgera me pêngava ku hatî destpêkirin pir bi watedar dîtiye û ragihandiye ku bi hemû hêza xwe beşdarî pêngavê bibe. Gelê me jî wisa nêz  bûye û li her derê ku lê ye bi awayekî xurt beşdarî pêngavê bûye. Jixwe em weke tevger û gel ji destpêka komploya navneteweyî heta niha ji bo têkbirina komployê, dawîkirina pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava têkoşîna bênavber de bûn. Tevgera me di vê çarçoveyê de bi navên cuda pêngavan da destpêkirin. Çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” berteka ewil û her tund a li dijî komploya navneteweyî bû. Ev çalakî bi temamî di encama hestiyariya bilind û dilsoziya milîtanên azadiyê de bi însîyafiyên wan pêş ket. Derketineke pir zehmet û dîrokî bû ku metirsiyê dît û pêşbînî kir ku çareserî bi têkbirina metirsyê re pêk were. Ev derketina dîrokî hem hejandineke mezin afirand û hem jî xeta têkoşînê diyar kir. Têkoşîna ku piştî vê pêş ket, her tim di vê xetê de bû. Niha ev têkoşîn weke Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî dewam dike. Weke ku tê fêmkirin, têkoşîneke bênavber heye. Bêguman Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî lûtkeyek e. Ez dikarim bibêjim ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bi Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî re gihiştiye lûtkeyê û gelekî nêzî armanca xwe bûye. 

Beriya ku qala bê ka di pêvajoya saleke de çi hatiye kirin, asta heyî çi ye û divê ji niha û şûnde çi bê kirin bikin, divê li ser wate û çawaniya Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî rawestin. Belê, Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî lûtkeyekî îfade dike. Têkoşîna li ser esasê Rêber Apo gihiştiye asta gerdûnî. Di vê wateyê de asta têkoşîna 25 salî îfade dike. Bi vê yekê re di esasa xwe de Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî di encama bandora fikrên Rêber Apo ya li cîhanê pêş ketiye. Her kesên ku beşdarî pêngavê bûne, vê rastiyê bi eşkere îfade dikin. Rêber Apo paradîgmaya kevin kir lêpirsîneke zanistî. Aliyên wê yên kêm û şaş tespît kir. Bi pêşxistina paradîgmayeke nû van tiştan derbas kir. Rêber Apo weke gelek kesan ne tenê rexne li yê berê kir. Di heman demê de ya nû jî pêş xist. Bi vî rengî li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya alternatîf derxist holê. Rêber Apo ji vê re got teoriya modernîteya demokratîk û modeleta vê ya zîhnî û rêxistinî pêş xist. Em niha baştir dibînin ku teoriya modernîteya demokratîk weke modela çareseriyê ya herî bi îdia derketiye dîka dîrokê ku çareserî ji pirsgirêkên serdema me re tîne û dawî li krîz û tengezariyên ji ber modernîteya kapîtalîst derdikeve tîne.

Beriya Rêber Apo alternatîfeke wiha tune bû. Rexnekirina ya kevn hebû, lê modeleke giştî, hevgirtî û çareserker nedihat pêşxistin an jî nedikarîn pêş bixin. Ev yek Rêber Apo pêk anî. Ferqa Rêber Apo bi temamî ev e. Bi vê yekê re Rêber Apo nîşan kir ku ew gihiştiye heqîqeta gerdûnî. Niha cîhan bi navê Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bersivê dide Rêber Apo. Nîşan didin ku fikrên wî dipejirînin û xwedî lê derdikevin. Eger Rêber Apo xwe negihandiba heqîqeta gerdûnî xwedîlêderketineke di vê astê de pêş nediket. Ji ber vê yekê derketina asteke wiha encama bandora hizrî ya Rêber Apo ye. Ne tenê bertekekî li dijî tecrîda mutleq e. Bêguman tecrîda mutleq a li dijî Rêber Apo wîjdana mirovahiyê ji kûr ve diêşîne. Ev rê li ber vedike ku her kesên xwedî wîjdan bertekê nîşan bide û bikeve tevgerê. Jixwe gelê me ji ber dilsoziya xwe ya kûr a bi Rêber Apo re her tim li ser lingan maye. Lê asta ku bi Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî re derket, ji vê zêdetir e. Li gel hestên wîjdan û edaletê beşdarbûneke îdeolijîk miijarê gotinê ye. Em dibînin ku ev beşdarbûna îdeolojîk bi lez belav dibe û mezin dibe. Her kesên ku Rêber Apo nas dikin û parêznameyên wî dixwînin bandor dibin. Dikevin nava lêpirsîneke û dibînin ku bersiva lêgerînên wan li vir e. Ev yek di jin û ciwanan de zêdetir li pêştir e. Ev nêzîkatiya jin û ciwanan pir girîng e. Ji ber ku jin û ciwan du beşên civakê ku herî zêde pirsgirêka azadiyê dijîn û lêgerîna wan a azadiyê kûrtir in. 

Pêwîste derbarê tecrîda mutleq de jî qala çend xalên girîng bikin. Rêber Apo di hevdîtina 23’ê Cotmeha 2024’an de diyar kir ku tecrîda mutleq dewam dike. Pir eşkere ye ku ji ber tirsa xwe ya ji fikrên Rêber Apo, tecrîda mutleq pêk tînin. Lê ya ku di esasa xwe de li vir tê tecrîdkirin em in. Yên ku tecrîda mutleq pêş dixin ne armanc dikin ku Rêber Apo ji me mehrûm bikin, armanc dikin ku me ji Rêber Apo mehrûm bikin. Em pir baş dizanin ku di Rêber Apo de hişmendiya azadiyê pir kûr e. Ne zîndan û ne jî tişteke din nikare Rêber Apo ji jiyana azad mehrûm bike. Pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku bikeve sala 27’an îspata vê rastiyê ye. Ji ber vê yekê dema Rêber Apo tê tecrîdkirin, yê tê tecrîdkirin dibin em. Divê teqez wiha fêm bikin. Ya duyemîn eger niha cîhan xwedî li Rêber Apo derdikeve û fikir û paradîgmaya Rêber Apo dipejirîne, vê demê tevahî cîhan tê tecrîdkirin. Pêwsîte Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî di vê aliyê de were nirxandin û fêm kirin. Yanî li her derê cîhanê pêşxistina xwedî lê derketineke xurt a ji bo Rêber Apo, ji nêz ve bi vê yekê re girêdayî ye. 

Bi çalakî û bernameyên ku di saleke de pêk hatin re encamên girîng hatin girtin. Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî karî ku tecrîda mutleq bîne rojeva raya giştî ya cîhanê. Ev armancek pir girîng bû û pêk hat. Helwesta ku 69 rewşenbîrên xelatgirê Nobelê pêş xistin, nîşan da ku ji bo avakirina raya giştî gihiştiye asteke girîng. Divê girîngî bi vê yekê bidin. Li dijî Rêber Apo komployekî navneteweyî hate pêşxistin. Armanca vê yekê bêbandorkirina Rêber Apo bû. Bi bêbandorkirina Rêber Apo dixwestin tevger û têkoşîna me bêbandor bikin. Pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmralyê bi vê armancê hat avakirin. Yanî komploya navneteweyî tenê bi operasyoneke bi dawî nebû. Bi pergala Îmraliyê re hat berdewamkirin. Pir girîng e ku li dijî vê projeyê ku li ser bingeha berjewendiyên siyasî yên navneteweyî ye û ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat plankirin û berdewamkirin, li seranserê cîhanê raya giştî ava bikin û hestiyariyê biafirînin. Teqez divê ev yek weke serkeftineke girîng bê dîtin. Ev serkeftin serkeftina li dijî modernîteya kapîtalîst hatî bidestxistin e. Eger hûn bala xwe bidin, dewletan xwe bi temamî dane vê. Tu piştgiriya wan tune ye, berovajî  di nava hewldaneke dijber in. Ji pêşketina Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî nerehet in û hewl didin asteng bikin, teng bikin û bêbandor bikin. Lê ligel vê jî li cîhanê raya giştî ya girîng hat afirandin. Min berê jî diyar kiribû, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ji azadiya Mandela zehmetir be. Xebatên ku wê ji bo Rêber Apo bên kirin wê ji xebatên ji bo Mandela hatin kirin, zêdetir rûbirûyê astengiyan were. Ji ber vê yekê ji bo Rêber Apo zêdetir xebat pêwîst in. Ji ber vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke xurtir heye. 

Heta niha di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî de xebatên girîng hatin kirin. Li gelek cihên cîhanê gelek çalakî û bername hatin lidarxistin. Hema hema tu welat nemaye ku lê çalakî û bername nehatibin lidarxistin. Gel, jin, ciwan, rewşenbîr, zanistvan, hêzên demokrat, azadîxwaz û civakî pêşengî ji van çalakî û bernameyan re kirin. Çalakiyên girseyî yên weke Kolnê hatin lidarxistin. Li Kurdistanê gelê me rabûn ser piyan û bi çalakiyên cuda beşdarî Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bûye. Li Bakûr jî gelê me tevî hemû astengî û êrîşên faşîst jî bi çalakiyên weke meşên azadiyê beşdarbûneke xurt pêş xistiye. Beşdarbûneke girîng a gelê me yê Başûr û Rojhilat jî çêbûye. Em bi boneya sala nû careke din spasiyên xwe pêşkêşî dost, jin, ciwan, hêzên şoreşger ên demokrîk û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dikin. Dema spasiyên xwe diyar dikin, dixwazim 69 rewşenbîr, hunermend û zanistvanên xelatgirê Nobetê bi bîr bînim. Di nava saleke de pêngav qonaxeke girîng bi dest xist. Rewşa Rêber Apo û tecrîda mutleq a li Îmraliyê hat rojeva raya giştî ya cîhanê. Têkoşîna gelê Kurd zêdetir hat naskirin û piştgirî girt. Bi beşdarbûna Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî re hêzên demokratîk ên şoreşger ên li dijî pergalê hatin ba hev. Entelektuel jî di nav de ne. Dikare bê gotin ku piştî sîh-çil salên dawî cara ewil di vê çarçoveyê de piştevaniyeke demokratîk pêk hat. Divê ev weke pêşketineke pir girîng bê dîtin. Pêşketineke din a girîng jî belavbûna paradîgmaya Rêber Apo ye. Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî di heman demê de hişt ku paradîgma belav bibe. Ev tam jî bû pêşketineke ku tê daxwazkirin. Di encama vê de teoriya modernîteya demokratîk ku Rêber Apo pêş xist, bû mijara nîqaşê. Di heman demê de pêwîste balê bikşînin ser xwendina parêznameyan a li ser navê “Xwendinên Azad.” Ev jî bû xebatek girîng. Ez difikirim ku divê ev yek bi rêbazên dewlemend bê berdewamkirin. 

Bê guman, zindan yek ji qadên ku pêngavê xurt kir e. Qada zindanê her tim pêşengiya dilsoziya bi Rêber Apo re û têkoşîna li ser vê bingehê kiriye. Helwest û berxwedana girtiyên siyasî bandor li gelê me dike û wan dixe tevgerê. Di vê pêvajoyê de jî girtiyên siyasî bûn hêza ku bi berxwedana xwe herî zêde bandor li ser civakê kirin û xistin tevgerê. Dîsa Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bûn yek ji hêzên ku herî zêde pêngavê pêş xist. Jixwe tevgera me têkoşîna xwe li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê pêş dixe. 

Tişta ku divê ji niha û şûnde bê kirin jî xurtkirina pêngavê û gihandina wê ya armanca xwe ye. Di sala xwe ya yekemîn de hat dîtin ku pêşketinên girîng tên pêkanîn û encam têne girtin. Nirxandin û biryar girtina li ser qanûna mafê hêviyê ya ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve yek ji van e. Dîsa hevdîtina bi Rêber Apo re wisa ye. Ev hemû nîşan didin ku Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bi armancên xwe ve pêş dikeve. Wê demê tişta ku divê bê kirin xwe gihandina dawiya vê rêyê ye, yanî encamkirina pêngavê ye. Bê guman ev jî bi mezintirkirina pêngavê re pêkan bibe. Ji ber vê yekê pêwîstî bi çalakî û bernameyên xurtir û berfirehtir heye. Di vê çarçoveyê de pêwîste gelê me û hemû dostên wan zêdetir beşdarî pêngavê bibin. Kadroyên PKK û KCK’ê, welatparêz û sempatîzanên me pêwîste di çarçoveya pêngavê de zêdetir birêxistin bibe û ji bo qezenckirina zêdetir dostan zêdetir bixebite. 

Dema daxuyaniyên Bahçelî, qedexekirinên hevdîtinê yên li pey hev û bi manipulasyonên di qada siyasî de bê nirxandin, hesabên desthilatdariya faşîst a li dijî Rêbertiyê çi ne? Divê berxwedan û helwesta Rêber Apo ya di bin tecrîdê de pêşxistî û peyama Rêbertiyê ya di hevdîtina bi Parlementerê DEM Partî Omer Ocalan re dayî de çawa bê fêmkirin?

Bi pergala Îmraliyê re tê payîn ku em tawîz ji helwesta xwe bidin û dev ji rêgezên xwe berdin. Nexwe tu bendewariya dewlet an jî desthilatdariyê tune ye ku Rêber Apo helwesta xwe biguherîne. Helbet li ser Rêber Apo zext û tecrîdeke pir giran a di dîrokê de nehatiye dîtin heye. Ev êşkenceya herî giran e. Bi vî rengî dema zîhniyeta mêtînger a qirker ji aliyekî ve asteng dike fikrên Rêber Apo negihije derve û hêz nede me, li aliyê din jî dixwazin ji Rêber Apo tolê bigirin. Ji tatmînkirina hestên tolhildanê wêdetir, dewlet nikare bi van rêbazan tu encamê bigre. Vê bixwe jî dizanin. Helwest û dilsoziya Rêber Apo ya ji bo azadî û rêgezan li holê ye. Ne ji vê ba ne wê pergala Îmraliyê heba û ne jî serî li pêkanîna tecrîdê daban. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo û rastiya Îmraliyê baş bê fêmkirin. Hinek şaş dinirxînin û digihijin encamên şaş. Wisa dihesibînin ku qey Rêber Apo dikare gavên ne ji bo azadî û gelan jî biavêje. Lê ev encama baş fêmnekirin û nasnekirina Rêber Apo ye. Rêber Apo tu car gavek ne berjewendiya gelê Kurd, gelên din ên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn navêje. Meşa Rêber Apo ya nîv sedsalî vê rastiyê îspat kiriye. Di meşa wî ya nîv sedsalê de tu gav nîne ku ne ji bo azadî û berjewendiya gelan be. Pêvajoya Îmraliyê ya 26 salî jî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê girîng e ku rewşenbîr, sosyalîst, demokrat û welatparêzên Tirkiyeyî, yên dudilî, yên vê rastiyê baş nizanin bên agahdarkirin. Bê guman yên ku hewl didin bi zanebûn beravajî bikin jî heye. Ev aliyên şoven in. Bi AKP-MHP’ê re di pêşbirka netewperestî, nîjadperestî û faşîzmê de ne. Tîştê ku ji bo van aliyan bê gotin nîne. Bi van re tenê têkoşîn divê bê kirin. Li Tirkiyeyê şovenîzm hê jî pir xurt e. Ji ber vê yekê têkoşîna antî şovenîst girîngiya xwe diparêze.  

Rêber Apo di hevdîtina xwe ya bi Parlementerê DEM Partî Omer Ocalan re hem rewşa heyî û hem jî nêzîkatiya xwe bi awayekî zelal eşkere kir. Divê gotina ‘Tecrîd berdewam dike’ ya Rêber Apo di hevdîtinê de baş bê fêmkirin. Eger Rêber Apo tevî hevdîtinê û evqas peyamên Devlet Bahçelî û rayedarên dewletê van tiştan dibêje, nexwe li holê tu niyeta çareseriyê nîne, lê operasyona siyasî ya dewletê heye. Daxuyanî û nêzîkatiyên hem Devlet Bahçelî û hem jî rayedarên din ên dewletê gelek manîpulatîf in. Têgihiştineke ku qey wê tiştekî erênî bikin diafirînin, lê rastî berovajî ye. Tê gotin ku pirsgirêka Kurd tune ye, PKK dijmin e. Ev nêzîkatî nîşan dide ku siyaseta înkar û îmhayê ya sed salî berdewam dike. Ji ber vê yekê pêvajoyeke bi giranî li ser şerê taybet tê meşandin. Wateya gotina ‘Tecrîd berdewam dike’ ya Rêbertî ev e. Rêber Apo bi vê re balê kişandiye ser şerê taybet. Bi qasî li siyasetê li çapemeniyê jî manîpulasyonekî giran heye. Li Tirkiyeyê çapemenî her tim erkê li civakê dane qebûlkirina stratejiyên siyasî yên ku dewletê li ser bingeha konsepta qirkirinê pêş xistiye, kiriye. Ji xeynî vê destûr ji weşana çapemeniyê re nayê dayîn. Ji ber vê yekê bi lênirtina çapemeniya dewletê pêkan e ku mirov bibîne dewlet û desthilatdarî di nava nêzîkatiyeke çawa de ne. 

Bê guman niyet çi dibe bila bibe dewleta Tirk neçar maye ku biçe ber lingê Rêber Apo û muhatabûna wî qebûl bike. Ev rastî jî heye. Helbet girêdanbûna vê bi geşedanên derve re jî heye. Geşedanên li Rojhilata Navîn dewleta Tirk gelek dike nava fikaran. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizayn kirin. Dema ku Rojhilata Navîn ji nû tê dizaynkirin, avahiya wî ya ji pergala netewe dewletê tê derbas kirin. Ev jî dewleta Tirk ku li Rojhilata Navîn xwedî çêkera herî netewe-dewletparêz e, ditirsîne. Ji ber ku dewleta Tirk dibîne ku ev rewş wê bandor li wî bike û avahiya wî ya netew-dewletparêz neyê parastin. Ji ber ku vê dibîne bi hemû hêza xwe li dijî vê derdikeve û hewl dide pêşî li vê bigire. Lê sedema esas ku neçar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê biçe ber lingê Rêber Apo û muhatabûna wî qebûl bike, hebûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye. Dema Rojhilata Navîn ji nûve tê dizaynirin û avahiya netew-dewletê tê derbas kirin, hebûna tevgera me û têkoşîna ku bi pêşengiya tevgera me mezin dibe, sedemên esas ên fikarên dewleta Tirk e. Eger tevgera me û têkoşîna bi pêşengiya tevgera me nebûya, dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê di vê astê de fikara ji geşedanên ji rojhilata Navîn nedikir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hemû hebûna xwe ji bo tasfiyekirina tevgera me û temamkirina qirkirina Kurd hewl daye. Hatibû armanckirin ku herî dereng beriya ku komar bikeve sedsala xwe ya 2’an tevgera me bê tasfiyekirin û bi vî rengî astengiya li pêşiya qirkirina Kurd bê rakirin. Lê desthilatdariya AKP-MHP’ê nekarî vê bi ser bixe û nekarî tevgera me tasfiye bike. Ev yek hişt ku mexsedê desthilatdariya AKP-MHP’ê di berde bimîne. Dikare bê gotin ku têkoşîna ku di sala 2024’an de bi pêşengiya tevgera me pêş ket, têkçûnên mezin di desthilatdariya AKP-MHP’ê de çêkir. Berxwedana gerîla nehat şikandin, nekarîn serî li gelê Kurd bidin tewandin û di encamê de konsepta tasfiyeyê bê encam ma. 

Lê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê dev ji zîhniyet û polîtîkayên xwe yên qirkirinê bernedaye. Bi dawiya sala 2023’an ve û di nava sala 2024’an de di encama têkoşîna tevgera me û gelê me de di aliyê siyasî û leşkerî de darbeyên mezin girt û konsepta wî ya tasfiye û qirkirinê bê encam ma, lê israra xwe di zîhniyet û polîtîkayên xwe de domand. Weke duh îro jî bi temamî ji bo tasfiyekirina tevgera me û qirkirina gelê me hewl dide. Jixwe bi rewşa nû ya li Sûriyeyê re, bi çeteyên xwe yên SMO’yê re berê xwe da Rojava û ev yek bi hemû zelaliya xwe planên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Rojava ku naveşêre derxist holê. 

Komîsyona Ewropayê ku şaxa rêvebirina CPT û YE’yê ye, derbarê tecrîda li ser Rêber Apo de di nav salê de daxuyanî dan. Dîsa di raporan de mafê hêviyê hat dupatkirin. Hûn van daxuyaniyan û helwesta saziyên navneteweyî yên têkildar çawa dinirxînin? Kîjan kiryarên van saziyan xizmeta pergala êşkenceyê ya Îmraliyê dikin? 

Rêber Apo bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, encama plansaziya navneteweyî ya derbarê Rêber Apo, Tevgera me û gelê me de bû. Di çarçoveya giştî de, di pêvajoya jinûveavakirina Rojhikata Navîn de li gor daxwazên Tirkiyeyê cihnedana Kurdan e. Ev ji aliyekê ve zext û daxwaza Tirkiyeyê bû lê ji aliyê din ve jî di serî de DYE, Îsarîl û Îngîltere, hêzên kapîtalîst û modernîst xeta PKK’ê ya azadîxwaz li dijî xwe wekî gefekê dîtin. Lihevrasthatina van her du ferasetan, bi pêşxistina plansaziyeke wiha ya li dijî Rêber Apo, Tevgera me û gelê me encam da. Pergala Îmraliyê jî bi temamî di çarçoveya vê planê de hatiye avakirin. Loma, pergala Îmraliyê di esasê xwe de ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê birêvebirin. Mirov dikare wekî mekanekî taybet jî bi nav bike. Rêber Apo Îmraliyê dişibîne Guantanamoyê. Wekî tê zanîn li Guantanamoyê tu hiqûqên netewî û navneteweyî kar nedikir. Jixwe komploya navneteweyî jî bi jikarxistina bi temamî ya hiqûqê pêk hatiye. Loma, hemû saziyên ku bi pergala Îmraliyê re têkildar in, ne ji bo bicihkirina hiqûqê, ji bo berdewamkirina rewşa bêhiqûqiyê û nixumandina wê hene. Di serê van saziyan de CPT û saziyên din ên Ewropayê tên. Rêber Apo diyar kir ku dema ku wî cara ewil dibin Îmraliyê desteya CPT’yê wî pêşwazî dike. Ev eşkeretirîn delîl e ku pergala Îmraliyê ji aliyê CPT û saziyên Ewropayê re tê birêvebirin. Mirov dikare bêbertekiya hemû saziyên fermî ya derbarê tecrîda mûtleq a ku 5 sal in li dijî Rêber Apo tê birêvebirin bi vê yekê bîne ziman. 

Wekî di komploya navneteweyî de, di mijara kiryarên li Îmraliyê de jî hiqûq û zagonên Ewropayê hatine binpêkirin. Hêzên di komploya navneteweyî de cih girtine zagon û hiqûqa xwe binpê kirine.

Heman rewş ji aliyê CPT, AIHM, AK û Komîteya Wezîran ve jî di mijara kiryarên li Îmraliyê de jî hatiye berdewamkirin. Tevî ku li Îmraliyê hiqûq bi temamî ji kar hatiye xistin, bi tecrîda mûtleq êşkenceyeke eşkere tê kirin û sûcê mirovahiyê tê kirin, yekî van saziyan jî tevî ku berpirsiyariya wan e li dijî van kiryaran helwesta nerazîbûnê nîşan nedane. Bo nimûne, CPT’yê encamên serdanên xwe yên ji bo Îmraliyê jî eşkere nekirine. Armanca vê yekê ew e ku CPT naxwaze Tikriyeyê bixe rewşeke zehmet ku ev jî gelek zelal e. Halbûkî CPt’yê berî niha diyar kiribû ku li Îmraliyê Tecrîd heye, tecrîd êşkence ye û Girava Îmraliyê ji bo girtîgehê ne xwedî şert û mercên guncan in. Lê heman CPT tevî ku li pişt van biryarên xwe nesekinî, bi helwesta xwe kiryarên li Îmraliyê meşrû dike. Saziyên din ên Ewropî jî heman helwestê nîşan didin. AHIM’ê biryar da ku Rêber Apo bi awayekî adilane nayê darizandin, lê belê li dijî Tirkiyeyê di berdewamkirina vê rewşê de helwestek nîşan neda. Dîsa di sala 2014’an de diyar kir ku divê mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar be, lê belê tevî deh salên derbasbûyî tu tiştek nekir. Konseya Ewropayê jî tevî ku diviya li hember van hemû kiryaran gav biavêta û derbarê dewleta Tirk de biryaran bigire tu tişt nekir û li dijî dewleta Tirk tu nerazîbûn nîşan nedaye. Ev yek hemû cesaretê didin dewleta Tirk. Tecrîda mûtleq jî tê de, hemû kiryarên xwe yên li Îmraliyê bi cesareta ku ji vê bêdengiyê digire pêk tîne.

Biryara Komîteya Wezîran ku li ser mafê hêviyê girt, pir girîng bû. Pir eşkere ye ku ev biryara ku Komîteya Wezîran girt, di encama bandor û zexta ku Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî afirand de çêbûye. Nexwe biryarek ku diviyabû ji zûve hatiba girtin. Li aliyê din, weke ku me di daxuyaniyên xwe yên ji bo raya giştî de diyar kir hem biryareke pir dereng hatiye girtin e, hem jî dem dayîna ji dewleta Tirk re rewşeke ku nayê qebûlkirin e. Jixwe tevî biryara AÎHM’ê jî dewleta Tirk 10 sal in li ser vê bingehê tu gav neavêtine. Em gav avêtinê berdin, li Îmraliyê tam pergala mirinê hatiye avakirin. Dema ku rewş ev e, bi tu awayî nayê qebûlkirin ku Komîteya Wezîran carke din dem daye Tirkiyeyê. Eger piçekî jî hiqûq were pêkanîn, divê demildest ji dewleta Tirk bê daxwazkirin ku sûc, bêhiqûqî, tecrîda mutleq û êşkenceya Îmraliyê bê dawîkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.