Çemçemaliyan rojbûna Ocalan bi şahiyekê pîroz kir

Îro bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) bi tevlîbûna bi sedan welatiyên Kerkûk û Çemçemalê, li bajarokê Çemçelal 68. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.

Li bajarokê Çemçemal ê girêdayî Silêmaniyê 68. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hate pîrozkirin. Peyama RJAK'ê ji aliyê Reyhan Hemadî ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Rojbûna Rêber Apo di heman demê de rojbûna hemû jinên azad e, em vê rojê li tevayî jinan pîroz dikin, bi taybet li dayikên şehîdan. Di demekê de ku em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, Rêber Apo ev 18 sal e li Girtîgeha Îmaralî ye û ji meha Nîsana 2015'ê ve tecrîdekî girankirî li ser heye. Bi ti şêweyî destûr nayê dayîn ku parêzer û ti kesek hevdîtinê li gel bike. Ev tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevayî jina ne. Em bi tûndî şermazar dikin û dibêjin em li gel Rêber Apo jidayikbûne û em ê lig gel Rêber Apo azad bibîn."

Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Hevserok Şîlan Şakir axivî û wiha got: "Salvegera rojbûna Rêber Apo em li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em salvegera jidayikbûna kesayetekî asayî nakin. Ji ber ku bi dayikbûna Rêber Apo re gelê Kurd ji xewê hişyar bû. Êdî gelê Kurd bûye xwedî vîn û bi rêxistinkiriye. Her wiha tezên Ocalan cîhan matmayî hêliştiye. Ji ber vê yekê jidayikbûna Ocalan jidayikbûna tevahiya Kurda ye û bi taybet ji dayikbûna jina ne. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelê Kurd e, heta Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd azad nabe."

Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê li Başûrê Kurdistan, dayika Şehîd Erdal Sorxwîn, Dayik Nesime ji bo beşdarvanan axaftin kir û wiha got: "Bi boneya jidayikbûna Rêber Apo, pîrozbahî li hemû dayikên şehîdan û hemû gelê Kurd dikin. Rêber Apo Rêberê hemû gelê Kurd e."

Di dawiya şahiyê de ji aliyê dayikên şehîdan ve pasta hat birin û 68 dar weke sembola jiyanê, jiyanekî nû ji aliyê beşdarvanan ve hat çandin. Şahiya pirozbahiyê li ber stranan gerandina govendê ve bi dawî bû.