Cansiz li Dersîmê li ser gora xwe hate bibîranîn

Yek ji jinên şoreşger Sakîne Cansiz ku di komkujiya Parîsê de hatibû kuştin, li Dersîmê, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Yek ji jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansin (Sara) ku 9’ê Çile yê 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibû kuştin li Dersîmê, bi bernamekê li ser gora xwe hate bibîranîn. Gelek jinên ku hatin Goristana Şaredariyê, ser gora bîrdariyê, rêz girtin û gotin, "Hevrê Sara nemir e."

Jinan li ser gora bîrdariyê ya Cansiz mûm vêxistin û qurnefîl li ser gora Wê danîn.

Piştî bernameya bîranînê, li cihê kontrolê yê Sutluce yê li pêşiya goristanê, nasnameya hatin kontrolkirin û gel di bin berfê de dane sekinandin. Piştî kontrolan komê rêya xwe berdewam kir.

KCD: PEVGIHÎNA JINAN HEWCEHIYEK E

Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî ji ber salvgera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Vê sûîqestê nîşan daye bê ku dewlet çawa nêzîkî têkoşîna mafdar a gelê Kurd dibe. Divê were zanîn kiryar, hemû kiryarên cînayetên siyasî diyar in. Dewlet in. Dîsa divê were zanîn kiryarê di cînayetên siyasî nayên dîtin. Kuştina tetîkêşê heyî jî tenê bi mebesta parastina dewletê ye ku 'dest li ser daniye'. Di destpêka van du sedsalên dawiyê de, meha Çile li Ewropa du jinên şoreşger hatin kuştin; Roza Luksemburg û Sakîne Cansiz! Ev komkujî jî nîşan didin ku arîşeya jinê û têkoşîna wê dîrokî ye. Ji hêla civakî ve arîşeya dinyayê ye û rasterast bi têkoşîneke domdar ji rojhilat ta bi rojava, bi rêxistinbûyina xwe ya li dijî zilamsalariyê, li dijî hêzên monîst, netew-dewletê û hegemonîk berdewamiya wê hewce dike. Ji Roza ta bi Sara, her du siûqast dema ku li ser girêdana zeman-mekan û li ser xitimîna modernîteyê were fikirandin, pêkanîna enternasyonaliya jinê û pêkanîna pevgihîna jinê ya ku hemû sînoran li pey xwe dihêle, pir hewce xuya dike."