Cangoriyên Enfalê hatin bibîranîn
Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi wesîleya salvegera Qetlîama Enfalê, çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi wesîleya salvegera Qetlîama Enfalê, çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Li Hewlêrê gelek kes hatin ba hev û xwestin faîlên Enfalê werin darizandin.
Çalakiya li Hewlêrê li pêşiya avahiya Wezareta Edaletê ya Herêma Kurdistanê û li pêşiya Avahiya Serdozgeriyê hate lidarxistin. Çalakgeran daxwaznameyek dan Wezareta Edaletê û Serdozgeriyê ya ku tê de 14 xal hene.
Malbatên cangoriyên Qetlîama Enfalê û yên ku ji qetlîamê rizgar bûne li pêşiya Dadgeha Silêmaniyê hatin ba hev. Li pêşiya dadgehê hate diyarkirin ku “Divê meaşên girtiyên siyasî û yên ku ji Enfalê rizgar bûne, di demeke kurt de were dayîn.”
Li Kifriyê jî ji ber salvegera Qetlîama Enfalê çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin. Pêşangeheke wêneyan a li ser Enfalê hate vekirin.
Qetlîama Enfalê ji aliyê Saddam Huseyîn di sala 1988’an de hate kirin û herî kêm 180 hezar sivîl hatin qetilkirin. Ya herî xedar jî Qetlîama Helepçeyê bû û bi çekên kîmyewî bi hezaran kes hatin qetilkirin.