Canfedayê niştiman û gelê xwe

Rêbaz Tîleko ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, yek ji wan lehengan e ku di vê oxirê de canê xwe feda kir.

Zilma dagirkeran a li ser gelê Kurd û Kurdistanê ji bo azadîxwazên ku ji vê zilmê aciz in, nayê qebûlkirin. Dagirker li her çar parçeyên Kurdistanê sîstema dagirkeriyê li ser gelê Kurd ferz dikin. Ev yek bûye kîn û hêrsa ciwanên Kurd ên di nava tevgera azadiyê de ne û ji bo hilweşandina vê pergala dagirkeriyê ji canê xwe zêdetir amade ne ku fedakariyê bikin. Ev ciwan ti sînoran nas nakin û cihê ku hewce be canê xwe feda bikin li wir amade ne ku bibin layiqî Rêbertî, şehîdan û gel. Di vê rêyê de bi sedan zarokên fedakar canê xwe feda kirine û bi sedan ciwanên din jî ji bo Rêbertî û şehîdan û ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê amadene li hemberî dagirkeran rawestin û canê xwe feda bikin.

Îrfan Şehabî yek ji wan zarokên Kurd bû ku ji zarokatiya xwe ve hest bi dagirkeriya li ser xaka xwe kir û ji ber zilm û zordariya dewleta dagirker a Îranê koçî derveyê welat kir û çû Ewropayê. Dema ku birayê wî yê mezin tevlî tevgera Apoyî bû, Îrfan vê tevgerê nas dike  û hestên wî yên welatparêziyê di dilê wî de mezin dibe. Îrfan piştî ku di Newroza 2013’an de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo seferberiya ciwanên Kurd a li dijî dagirkeran dibihîse, biryar dide ku mîna hevrê Rênas tevlî têkoşîna azadiya gelê Kurd bibe û bibe şervanê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel. Îrfan di 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd tevlî refên Apoyî dibe û rojbûna Ocalan ji xwe re dike rojbûna xwe. Vê carê Îrfan Şehabî bi navê Rêbaz Tîleko di nava têkoşîna azadiyê de ji dayik dibe.

LI ENIYÊN HERÎ PÊŞ LI DIJÎ DAGIRKERAN ŞER DIKE

Rêbaz li hemberî dijmin jiyaneke nû, rêgezek têkoşîn û tolhildanê dîtibû, di vê rêyê de têkoşîna xwe her tim bi pêş xist û hemû jiyana xwe ji bo kurtkirina destên dijminên dagirker ên li ser xaka xwe feda kir. Rêbaz sal û nîvekê li çiyayê Qendîlê têkoşîna xwe domand û piştî wê berê xwe da çiyayên Zagrosê yên serhildêr û berê xwe da Cîlo. Li Cîlo beşdarî Pêngava Şehîd Reşîd Serdar a li dijî dewleta Tirk a dagirker bû û li eniyên şer li dijî dagirkeran şer kir. Rêbaz bi kîn û hêrsekî ya ku ta ji zarokatiya xwe ve pêre hebû, li hemberî dagirkeran li ber xwe da. Rêbaz ji bo ku destê dagirkeriya Kurdistanê kurt bike û tola şehîdan hilîne beşdarî vê pêngavê bû.

EW AMADE BÛ KU JI JIYANA XWE BÊHTIR FEDA BIKE

Êşkence û tecrîda ku li girava Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate ferzkirin, ji Rêbaz re bû êşek û bû sedemeke din a xurtkirina têkoşînê. Rêbaz têkildarî zextên dagirkeran ên li ser gelê Kurd wiha digot: “Ev 16 sal in zilmeke giran li Rêber Apo tê kirin, 4-5 sal in Rêber Apo nikare parêzerên xwe bibîne, ev yek ji bo me êşeke pir mezin e, lê ev tecrîd li pêşiya têkoşîna me nabe astengî. Li ser Rojava gelek êrîş çêbûn, li Başûrê Kurdistanê Şengal, Kerkûk û bajarên Kurdan hatin firotin. Li Rojhilatê Kurdistanê her roj zarokên Kurd tên îdamkirin û li ser gel êşkence tê birêve birin. Ji bo dagirkeran ferq nake ku li kû û çawa be, Kurd li kûderê be Kurd e. Ji bo me weke gerîla ku hêza fedaî ya gel in; ev yek nayê qebûlkirin û em ê li hemberî van dagirkeriyê bêdeng nemînin. Em timî xwedî helwestin, tişta ku ji destê me bê, eger ji canê me zêdetir be jî em feda dikin.”

Melodiya stranên bi azwerî yên Rêbaz hemû dil dicoşand û xem dida jibîrkirin. Vedenga dilsozî û fedakariya Rêbaz di dengê wî de derdiket û coşeke bêhempa dida dengê wî. Bi çêkirina stranan û gotina wan bi vî dengê xweş, hemû hestên xwe yên bedew li hember welat û gelê xwe dianî ziman. Bi rastî heskirin û evîna gel di dengê hevrê Rêbaz de xwe dida der. Canfedaîtiya Rêbaz Tîleko mîna serbilindiyê bû ji bo wî û tevahî gelê Kurd, ji bo wê jî strana Daye Giyan’a wî vê serbilindiya ku tijî heskirina dayîka ku ev xortê leheng aniye dinê, tîne ziman.

'RÊBAZ XWEDÎ RUHEKÎ YE, BILA EW RUH JI BO RÊBER APO, TEVGERA AZADIYÊ Û GEL BE'

Dema Rêbaz dît ku dagirkeran bi qereqol û hêzên xwe yên leşkerî dora gelê Kurd girtine û nahêlin gelê Kurd li ser xaka xwe azad bijî, êşa vî gelî ji dil hîs kir. Rêbaz weke gerîlayekî ku ev zilme qebûl nekir, ji bo ku li ser vî xakî derseke wisa bide dijminên xwînxwar ku tu carî ji bîr nekin, xwe ji ji bo çalakiya fedaî amade dikir. Rêbaz xwest ji dijminên dagirker re îspat bike ku milîtanên Apoyî wê ti carî nehêlin tola şehîdan li erdê bimîne, zilma li ser gelê xwe qebûl nakin, ti kes nikare tecrîdê li ser Rêber Apo birêve bibe û ti kes nikare destdirêjiyê li ax, çand û gelê me bike. Ev daxwaza hevrê Rêbaz bû ku bibe layiqî gelê xwe. Dixwest her kes bizane ku Rêbaz xwedî ruhekê ye û bila ew ruh ji bo Rêber Apo, ji bo tevgera azadiyê û gel be.

'BÛ NASNAMEYA ZAROKEKÎ FEDAÎ YÊ ROJHILAT'

Rêbaz ji bo ku armanca xwe pêk bîne û tola tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û zilma bi sedan salan a dagirkeran a li ser gelê wî birêve birinî  hilîne; bera xwe da baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Şirnexê. Rêbaz dema nêzî armanca xwe bibû dikeve kemîna dagirkeran û heta nefesa xwe ya dawî bi ruhekî fedayî şer kir û di 19’ê Îlona 2015’an tevlê karwanê fedayiyên Rêberê xwe û gelê Kurd dibe. Ruhê fedayî û têkoşer ê Rêbaz di dilê hemû hevrêyên xwe de ruhê fedayî diafirîne û hemû hevrêyên wî wê bi ruhê Rêbaz’an li dijî dagirkerên ser xaka xwe şer û têkoşîn birêve dibin û tola hemû Rêbaz’an ji dagirkeran distînin.

Nav û Paşnav: Îrfan Şehabî
Nasnav: Rebaz Tîleko
Cih û dîroka ji dayikbûnê: 1989 Dîwandare
Cih û dîroka beşdarbûnê: 2013 Ewropa
Cih û dîroka şehadetê: 2015 Şirnex