Çalakiya Konê Mertalên Zindî di roja 5’an de didome
Konê mertalên zindî yê ku bi pêşengtiya jinên Êzidî û Însiyatifa Gel a Şengalê bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatibû destpêkirin, mamosteyên Şengalê kon dewir girtin.
Konê mertalên zindî yê ku bi pêşengtiya jinên Êzidî û Însiyatifa Gel a Şengalê bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatibû destpêkirin, mamosteyên Şengalê kon dewir girtin.
Di 19’ê Adarê de bi pêşengtiya jinên Êzidî û Însiyatifa Gel a Şengalê bi armanca derketina çeteyên PDK’ê hatibû destpêkirin didome. Duh konê mertalên zindî ji aliyê Tevgera Azad a Jinên Êzidî ve hatibû dewir girtin. Duh jî Endamên Saziyên Civaka Sivîl û Endamên Meclîsa Qamişlo bi boneya piştgiriyê berê xwe dan Şengalê tevlî konê berxwedanê bûn.
Îro jî mamosteyên Şengalê konê mertalên zindî ji TAJÊ dewir girtin. Sibê jî wê Meclîsa gundê Boruk konê mertalên zindî dewir bigire.
Çalakî didome.