Çalakiya girtiyên PKK û PAJK’ê didome

Girêvên birçîbûnê yên ku bi sedema rabûna tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd û dawîlêhatine binpêkirinên li girtîgehan dest pê kirin ketin roja 4’an.

Girêva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK û PAJK’ê 15’ê Adarê li girtîgehên Kurdistnê û Tirkiyê dest pê kirî kete roja 4’an.

Girêva birçîbûnê ya bi daxwazên rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li cem, di şertên azad de pêkanîna şertên muzakereyê, dawîlêanîna binpêkirinên li girtîgehan û dawîlêanîna şewitandina gundan dest pê kirî heta 15’ê Nîsanê 5 rojî wê bi dorvegerî bidome.

Girtiyan gotin, ‘’heke daxwazên me neyên qebûl kirin em ji raya giştî re dibêjin ku em ê çalakiyên xwe mezintir bikin’’

ÇALAKIYA ŞAKRANÊ KETE ROJA 31’AN

Li hêla dî jî bi heman daxwazê girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi tevlêbûna 28 girtiyan li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga Izmîrê dest pê kirî kete roja 31’an. Girêva birçîbûnê ya 10 girtiyan ya li Girtîgeha Tîpa T a Wanê kete roja 11’an.

Her wiha duh li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 15 girtiyê dî jî bi ketine girêva bêdem û bêdorvegere. Bi vî rengî li Girtîgeha Wanê hijmara girtiyên ku ketine girêvê de bûne 25.