CÎK: Nesekine, tu jî xêra xwe bixiyê û qenciyê bike!

CÎK’ê ji bo Cejna Qurbanê ya 12’ê Tebaxê, ji bo Efrîniyên ku li Şehbayê dijîn kapmanyaya ‘’Tu jî qurbanekî bide gelê Efrînê’’ da destpêkirin.

Civaka Îslamî ya Kurdsitanê (CÎK) ji bo Cejna Qurbanê ku 12’ê Tebaxê wê were pîrozkirin, bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo Efrîniyên li Şehbayê dijîn ‘Kampanyaya tu jî Qurbanekî bide gelê Efrînê’’ da destpêkirin.

Di daxuyaniya niviskî de CÎK’ê got, ‘’Destê xwe bide gelê Şehbayê ku bi şertên dijwar dijî. Hemû mirovên xwedî wijdan ên ku li Ewropayê dijîn. Tu jî tevlî kampanyaya ‘’Tu jî qurbanekî bide gelê Efrînê’’ bibe, ku bi darê zorê ji xaka wan hatine derxistin û hatine talankirin. Em Civaka Îslamî ya Kurdistanê, bang dikin û dibêjin, ‘’Destê xwe bide gelê Şehbayê ku ji Efrînê hatine koçberkirin û bi şertên pir dijwar dijîn’’.  Divê ti malbat di Cejna Qurbanê de ji goşt bê par neyê hiştin. Ev berpirsyariya te ya dînî, mirovî, wijdanî û millî ye. Nesekine, tu jî xêra xwe bixiyê û qenciyê bike.’’