Bûlût: Ez ê zilma dewletê qet ji bîr nekim

Saliha Bûlût ku salên 90'î li gundê Cumarê ya navçeya Licê ya Amedê dima anî ziman ku 5 xizmên wê dema destgîrkirîbûn hatin windakirin û got, "Ez hezar salî jî bijîm, zilma ku vê dewletê li me kir wê ji bîra min neçe."

Li gorî daneyên fermî 17 hezar şoreşger û welatparêzên Kurd di salên 90'î de ji aliyê JÎTEM û hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk ên mîna kontrgerîla ve bi rengekî 'kiryar nediyar' hatin revandin û kuştin. Lê tê gotin ku hejmara rastî ji ya hatiye eşkerekirin gelekî zêdetir e.

Malbata Bûlût jî yek ji wan malbatan e ku salên 90'î bû hedefa polîtîkaya windakirin û kuştinê. 5 kesên ji malbatê hatin revandin û kuştin. Malbata Bûlût ku ji gundê Cumarê yê navçea Licê ya Amedê ye, ji sala 1985'an û vir ve hedefa dewletê ye. Ji nava malbatê yê destpêkê hate windakirin Fahrî Bûlût e. Fahrî Bûlût sala 1994'an hate windakirin. Piştî wî 4 ferdên din ên malbatê haitn windakirin. Cenazeyê Fahrî Bûlût hîn nehatiye dîtin. Hestiyên birayên wî Ramazan û Ekrem Bûlût û pismamê wî Alî Bûlût piştî çend salan hatin dîtin.

'EM NIZANIN BÊ HEVSERÊ MIN BI BIRÎNDARÎ YA JÎ BI SAXÎ GIRTIN'

Xizma windakiriyan hevsera Fahrî Bûlût Salîha Bûlût (55) diyar kir ku bi dewletê bi dehan salan zext li wan kirin û ev zordarî hîn jî dewam dike. Salîha Bûlût anî ziman ku dema hevsera wê hate windakirin biçûkê 4 zarokên wê 1 salî bû. Bûlût qala dema windakirina hevserê xwe kir: "Sala 1994'an em li navenda Licê bûn. Ji me re hate gotin ku 3'ê Gulanê li qada bejahî şerekî giran qewimiye. Em hîn bûn ku pismamê min Hasan Bayram ku zewicî û bavê 8 zarokan bû, di vî şerî de şehîd bûye. Tevî wî 6-7 hevalên wî jî şehîd bûbûn. Em ji bo rakirina cenazeyên wan em çûn. Me 3 cenaze anîn gundê Sisê. Dema ku ji bo rakirina cenazeyê çaran em çûn, me dît ku leşker li çiyê bi cih bûne. Gule li me reşandin. Wê wextê hevserê min Fahrî û hevalekî wî bang li leşkeran kirine. Hevalên wî dengê qîrîna hevserê min bihîstin. 8 caran gule berdane cihê ku hevserê min lê bû. Em nizanin bê ew bi saxî ya jî bi birîndarî girtine."

DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 5 KES HATIN WINDAKIRIN

Bûlût da xuyakirin ku piştî bûyerê ew çend rojan li herêmê geriyane, lê belê tiştek nedîtine û wiha dewam kir: "Dema ku em ji lêgerîna li hevserê min vedigeriyan, leşker û polîsan pêşî li me girtin. Birayên hevserê min Ekrem û Ramazan û pismamên wan Alî Bûlût destgîr kirin. Tevî wan, bavê min û çend xizmên me jî birin tabûra leşkerî. Yê ku ew destgîr kirin Mûstafa Ustegmen bû. Ji bilî Ekrem, Alî û Ramazan, her kes êvara heman rojê bedan. Heta 7 rojan bi saxî di destê wan de bûn. Me ew dît. Rojek berî hevserê min, pismamê wî Mûstafa Bûlût biribûn. Em li bendê bûn ku wan berdin, lê belê kincê gerîla li wan kirin û ew ji helîkopteran avêtin.

Piştre jî cesedên wan şewitandin. Keyayê gund bi xwe dît ku cenaze şewitandin. Keya li ber leşkeran radibe û dibêje, 'ji xwe we ew kuştine, hûn çima cenazeyan dişewitînin?' Bêguman leşker guh nadin wî û cenazeyan dişewitîne. 15 sal piştî vê bûyerê, keya nema îdare dike û li dozgeriya Pasûrê îxbara bûyerê dike. Li ser vê îxbarê hestî tên derxistin. Piştî ku testa DNA'yê li ser tê kirin, eşkere dibe ku hestiyên Ekrem, Alî û Ramazan e. Tevî wan hestiyên 5 kesên din jî derdikevin holê. 8 kes ji helîkopterê avêtine, cenazeyên wan şewitandine û veşartine. Me hestiyên 3 kesên ji malbata Bûlût dît, lê yên hevserê min û pismamê wî Mûstafa hîn nedîtine."

KOÇBERIYA 12 SALAN

Bûlût diyar kir ku piştî windakirina hevser û pismamên wî ew neçar man ji Amedê koçî Mersîn û Yozgatê bikin û got, "Welê li me kirin ku em nema karibin li cih û warê xwe bimînin. Her roj diavêtin ser malê. Ne hizûra me mabû, ne jî derfeteke me ya madî. Ji neçarî me jî koç kir. Eö destpêkê çûn Mersînê, ji wir jî me berê xwe dan Yozgatê. 12 salan em ji neçarî li koçberiyê man. Bi êşeke giran me jiyana xwe dewam kir. Zarokên min timî bi hesreta bavê xwe man. Em li welatê wan kesên ku zilm li me dikirin dixebitin. Ev yek jî mîna veşartina bi saxî ya li goristanê bû. Ez hezar salî jî bijîm, wê zilma ku vê dewletê li me kiriye ji bîra min neçe."