Bûldan: Wê qeyyûm biçin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku “Em ê encameke wisa derxînin holê, qeyyûm bêyî ku li paş xwe binihêrin wê biçin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan piştî hevdîtina li Erdîşê li Rêya Armûşê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Beriya vekirina buroyê Bûldan bi otobusa hilbijartinê li navenda bajêr tûrek avêt.

Bûldan piştre çû Rêya Cûmhûriyetê û bi hezaran kesan ew li vê derê pêşwazî kirin. Bûldan got ku “Bi peywirdarkirina qeyûman wan digotin qey ew ê careke din kes nikaribin werin ba hev. Lê bila werin li sekna gelê Wanê temaşe bikin. Wê buroya jinan a hilbijartinê bihata vekirin lê hemû gelên Wanê hatin. Li sindoqan em ê encameke wisa derxînin holê wê qeyyûm bêyî ku li pişt xwe binihêrin wê biçin. Em ê bi rêjeyek bilind, şaredariyê Wanê bi dest bixin.”

Wê sibê rapora êrîş û zextên qeyûman ên li dijî saziyên jinê were eşkerekirin û ew ê Bûldan tevlî wê civînê bibe.