Bûldan: Tecrîd divê demildest rabe

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, divê demildest tecrîda li Îmraliyê rabe û berxwedana Leyla Guven slav kir. Bûldan li ser hilbijartinê jî got, "Em bi hêza gelê xwe bawer in, em dizanin ku em ê bi ser bikevin."

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan bi çarçoweya bernamya Amedê serdana KCD'ê kir.

Bûldan got, ew ji bo têkilî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven agahiyê bistînin û desteka xwe nîşan bidin hatine serdanê.

TECRÎD

Bûldan diyar kir, Guven ne ji bo xwe lê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqede dest bi grêva birçîbûnê kiriye û bi bîr xist, ku 3 sal û nîv in nahêlin ku Ocalan malbat, parêzer û şandeya siyasî re hev bibînin. Bûldan got, tecrîd di nav tecrîdê de li ser tê danîn û ev tecrîd 20 sal in didome.

Bûldan her wiha diyar kir, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û bi bîr xist ku mafê Ocalan heye ku malbata xwe, parêzerê xwe bibîne, ev ji hêla hiqûqa Tirkiyê û navnetewî jî jî wiha ye. Bûldan diyar kir tecrîd di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyê tê danîn, her kes ji vê tecrîdê para xwe dibîne.

Bûldan pêvajoya çareseriyê û muzakereyê ji 2011'an heta bi 2015'an bi bîr xist, got vê pêvajoyê ji bo gelên Tirkiyê hewayeke erênî aniye, gavên ji bo qadên demokratîk hatin avêtin pozîtîf bûne, dema ku wê demê hevdîtin dibûn hêstirê çavê kesî nediherîkî, kesek nedimir lê 2015'an piştî ku AKP'ê ev pêvajo bi dawî kir dîsa rewşa şer dest pê kir û ev ji hêla gelên Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Bûldan got, ''Ji bo vê jî bi taybetî em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bi dawî bibe û Tirkiye bigihije rewşa aramî û ewlehiyê ku wê heq dike.

Bi vê çarçoweyê di roja 15'an a grêva birçîbûnê de ku Leyla Guven a delal dest pê kiriye, bicihanîna van daxwazan wê were wateya bicihanîna daxwazên gelê Kurd.''

BIRYARA LI SER 'DEMÎRTAŞ'

Bûldan bi berdewamî bal kişande ser biryara li ser Demîrtaş a DMME'yê, got, nayê qebûlkirin ku AKP vê biryarê di ser guhê xwe re bavêje û rewşa girtîbûnê ya Demîrtaş nehiqûqî ye, xwest her kes destê xwe ji darazê bikişîne û di serî de Demîrtaş hemû siyasetmedar werin berdan.

HEVALBENDÎ

Li ser mijara hevalbendiyan jî Bûldan got wan bi asta partiyê û navendê ti hevdîtin nekirine, bi asta bajêr hin têkilî û danûstanidn hene û ew pê dizanin ku li bajaren mezin pêdivî bi yekkirina hêzê heye. Bûldan got, ''Ji bo qelkirina AKP'ê tê xwestin ku em li hin bajaran hêza xwe bikin yek. Lê tiştekî teqez bûyî tine. Heke rojên pêş têkiliyên wiha bibin, li ser namzetan hevbeşiyek derkeve holê em ê bi raya giştî re par ve bikin.''

DAGIRKERIYA QEYÛMÊ

Bûldan li ser qeyûman jî got, bi desteka gel wê şaredariyan ji dest qeyûman bistînin û li gel vê jî deverên ku bi dengên kêm ji dest berdane bistînin. Bûldan got, ''Em bi hêza gelê xwe bawer in, em dizanin ku em ê serkeftin û serfiraziyeke mezin bi dest ve bînin.''

HEVDÎTINÊN BI PARTIYÊN KURDISTANÎ RE

Bûldan herî dawî got, ''Bi partiyên Kurdistanî re hevdîtinên me didomin. Li vir jî pêdivî bi yekkirina hêzê heye. Em tenê ji bo rojvayê Tirkiyê nabêjin, li vir jî Kurd wê hêza xwe bikin yek. Bi vê maneyê wê bandora xwe li yekîtiya netewî jî bike. Hevdîtinên me didomin.''