Bûldan: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, em ê ti carî qebûl nekin

Bûldan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em vî sûcî ti carî qebûl nakin. Divê tavilê bi dawî bibe, tecrîd bê rakirin."

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê kongreya xwe ya 4'emîn a asayî li dar xist.

Bi hezaran kes tevlî kongreyê bûn û dirûşma "Bijî berxwedana HDP'ê" hate qîrîn.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP'ê, her wiha endamên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên CHP, Partiya Gelecek û Partiya Demokrat beşdarî kongreyê bûn.

Piştî hilbijartina dîwanê û deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokên HDP'ê yên Êlihê Fatma Ablay û Omer Kûlpû spasiya beşdaran kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan destpêkê xelkê berxwedêr ê Êlihê, jin û ciwan silav kir û got, "Yên ku hewl didin HDP'ê krîmînalîze bikin bila bala xwe bidin Êlihê. Bila bala xwe bidin vî gelî, vê salonê. Em bi we re xurt in. Hêz, îrade û biryardariya xwe ji xelkê Êlihê werdigirin." Bûldan got, "Yekane hedefa êrişan HDP ye, gelê me ye ku xurt dibe."

Bûldan bal kişand ser êriş û dozên kûmpasê yên li dijî partiya wan têne kirin û got, "Eger tenê ji sedî 5 ê van kiryarên li dijî partiya me li AKP'ê hatibûya kirin, îro tiştekî bi navê AKP'ê nedima."

Bûldan got, "HDP li vî welatî hêvî ye, xwe dide ber çareserkirina pirsgirêkan hemûyan. Tenê partiyek heye ku aştî, demokrasî, azadî, maf, hiqûq û edaletê dixwaze, ew jî HDP ye."

Bûldan gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku gotibû 'hefteyekê bidin min, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim' û got, "6 sal derbas bûn, ji sala 2015'an û vir ve hûn tecrîdê lê ferz dikin. Hûn qanûnên xwe jî bi cih nînin. Qanûn li pêşiya hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzerên xwe ne asteng in. Bi sedemên kêfî hûn li Îmraliyê tecrîdê ferz dikin. Ji bîr nekin, ev tecrîd sûcê li dijî mirolvahiyê ye. Em vî sûcê li dijî mirovahiyê ti carî qebûl nakin. Divê ev sûcê li dijî mirovahiyê tavilê bi dawî bibe, tecrîd bê rakirin û di serî de li Îmraliyê li ku derê tecrîd hebe divê bê qedandin."

Bûldan bal kişand ser nîqaşên têkildarî hilbijartinên pêşwext û got, "Em careke din dibêjin ku li vî welatî êdî dem hatiye ku hilbijartineke pêşwext bê kirin. Gelên Tirkiyeyê hilbijartinê dixwazin, lê belê yên ku li ber xwe nakevin hilbijartinê pêk nînin.

Em ji vê derê bang dikin; eger hûn ji xwe bawer dikin biryara hilbijartinê bidin. Em bi hev re serî li gel bidin, em ê bibînin bê gel tercîha xwe li aliyê kê datîne. Em bi her awayî amade ne. Em ji Êlihê eşkere dikin ku ji hilbijartinê re amade ne. Sibe yan jî piştî mehekê hilbijartin bê kirin, HDP ji rêvebirina welêt re amade ye."

Piştî axaftinan rêveberiya nû hate hilbijartin û Huseyîn Sarik û Huriyet Kaytar bûn hevserokên nû.