Bulbul: Nêzîkatiya CPT bi xwe êşkence ye

Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul got, CPT û saziyên din piştgirî dane êşkenceya li Îmraliyê.

Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Îmraliyê ji ANF'ê re nirxand. Kemal Bulbul diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO, CPT, Yekîtiya Ewropa (YE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi kiryarên xwe yên li derveyî hiqûqê, li dijî mafên mirovan û azadiyê ku bi dewleta Tirk re dimeşînin, li dijî gelê Kurd, li hemberî civakê û mirovahiyê sûc dikin. Kemal Bulbul anî ziman ku sîstema Îmraliyê bi tenê girtîgehek nîne û wiha dewam kir, "Sîstema Îmraliyê sîstemeke welê ye ku li hemberî daxwazên gelê Kurd û Rêberê wê, mejiyê înkarê nîşan dide. Çawa ku Şark Islahat, şerê taybet, darbeya qeyûm, êşkence, 12'ê Îlon û kuştinên kiryar nediyar plan kirin, sîstema Îmraliyê jî bi heman rengî plan kirin. Çawa ku di nava darbeyan de Gladîo heye, li Îmraliyê jî di nava tecrîdê de Gladîo heye. Li Madrîdê di civîna bilind de Tirkiyeyê çi da Swêdê, Swêdê çi da Tirkiyeyê? Karên li derveyî hiqûqê têne kirin. Dewlet ne li gorî hiqûqê, lê belê li gorî pêwîstiyên xwe yên kapîtalîst polîtîkayê dimeşînin."

YA KU TIRKIYE, IRAQ, ÎRAN Û SÛRIYE DIKE, NATO DIKE

Bulbul diyar kir ku li tevahiya cîhanê pirsgirêka parastina çandê heye û got, "Pirsgirêka nasnameyê li tevahiya cîhanê heye, ev pirsgirêk pirsgirêka hebûnê ya mirovahiyê ye, pirsgirêka etnîk cografîk û siyasî ye. Di vê mijarê de pirsgirêka hebûnê ya gelê Kurd heye û li Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê heye. Mîna ku ev têrê nake, niha jî NATO bi heman helwestê radibe."

Bulbul destnîşan kir ku sîstema li ser Ocalan tê ferzkirin êdî ji tecrîdê jî wêdetir e û got, "Sîstemeke ku li ser gelan hemûyan tê ferzkirin."

'HURMETA CPT A JI BO XWE NÎNE'

Bulbul diyar kir ku CPT saziyeke welê ye ku hurmetê nade xwe û got, "Çawa dikare bibêje, 'destûr nedan, lewma nikarim eşkere bikim'. Tu yê rabe mafên mirovan temsîl bike, lê nikaribe eşkere bike. vê dawî li zordariya li Îmraliyê bê anîn. Birêz Ocalan li Tirkiyeyê, li nava dewletê, li nava gel xwedî pênaseyekê ye. Dema ku Birêz Ocalan tê gotin gelê Kurd, aştiya civakî tê bîra mirovan. Ev sîstem ne hiqûqî ye, zordar e. Ji destpêkê ve li dijî mafên mirovan û azadiyê ye. Ne rewşeke ku bi girtî û hikumxwariyê bê vegotin. Li dijî Birêz Ocalan, li hemberî gelê Kurd û alîgirên demokrasiyê sûc tê kirin. AKP, Wezîrê Edaletê, Dozger, CPT, NATO û NY bi rengekî eşkere vî sûcî dikin."

'DIVÊ ÊDÎ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'

Bulbul di dawiya axaftina xwe de got, "Tu yê mirovekî bixe giravekê û nehêle ku malbata xwe bibîne. Hiqûqeke bi vî rengî nîne. Ev yek zordarî ye. Divê êdî axaftin li ser azadiya Birêz Ocalan bê kirin. Têkildarî pêşîgirtina li êşkenceyê em ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê re dibêjin, ku navê xwe gelekî mezin e. Êşkence illehî elektrîk, lêdan nîne. Tecrîd êşkence ye. Dibêjin 'Em ê lêkolîn bikin bê êşkence heye yan na', gelo tu yê çi lêkolîn bike? Bi dehan êşkence hene, mîna eşkerekirina fikrê xw eyê siyasî. Bi dîtina min ne rast e ku mijar tenê di asta CPT de bê nîqaşkirin. Ev sîstem şaş e û sûc dike. Eger CPT weke Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê vê êşkenceyê nabîne, ev jî êşkence ye."