Bûcak: Li dijî êrişan yekitiya neteweyî şert e

Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak diyar kir, ku Tirkiye bi êrişa li ser Rojavayê Kurdisanê de dixwaze demografiya herêmê biguhere û got, divê li dijî êrişan, Kurd bibin yek.

Nerazîbûnên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur Sertaç Bûcak diyar kir ku ji bo ku gelekî bigihîje armanca divê ku bi hev re tevbigere û anî ziman ku dema ku li geşedanên cîhanê bê nêrîn dê bê dîtin ku gelên ku bi hev re tevgeriyane qezenç kirine,  ev yek ji bo Kurdan jî derbasdar e.

‘TIRKIYE DIXWE DEMOGRAFIYA KURDISTANÊ BIGUHERE’

Bûçak anî ziman ku tu carê Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyê nebûye sedema metirsiyê û wiha axivî: “Li seranserî cîhanê tu kes êrişên dagirkirinê ên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê qebûl nake. Êrişên li ser Rojava li dijî hiqûqa navdewletî û hiqûqa şer e. Ji ber ku Tirkiye êrişî xaka welatek din dike û dixwaze xaka welatekê dagir bike. Rojava tu carê ji bo Tirkiyê nebûye sedema metirsiyê. Berî demekê têkiliyê Tirkiyê bi Rêveberiya Xweser re hebû û çend caran li ser daxwaza Tirkiyeyê Rêzdar Salîh Mûslîm hate Tirkiyeyê. Gelê Kurd gelekî mezlûm e.Di encama vê êrişa dagirkeriyê de bi sedan welatiyên me hatin qetilikirin. Tirkiye dixwaze bi vê êrişê demokrafiya Rojavayê Kurdistanê biguhrîne, dixwazin li dewsa Kurdan, Ereban bi cih bikin. Berî 50 salan rejîma Sûriyeyê bi kembera Erebî xwest li cihê Kurdan, Ereban bi cih bikin. Di encama vê kemberê de li gelek cihan nîştecih hatin guhertin. Niha jî Tirk dixwazin kembera duyemîn li serê Kurdan de bînin. Her wiha Tirkiye dixwaze bi guhertina demografiyê qira Kurdan bîn e.”

‘TIRKIYE DIXWAZE LI HER DERÊ DESKEFTIYÊN KURDAN TÊK BIBE’

Bûçak destnîşan kir ku Tikiye di Rojhilata Navîn de di nava siyasetek xeter de ye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û bi êrişa li ser Rojava re ev pirsgirêk veguheriya pirsgirêka cîhanê. Li kûdera cîhanê destkeftiyek Kurdan hebe, Tirkiye êriş dike û dixwaze deskftiyan têk bibe. Berî demekê hikûmeta Başûr xwest serxwebûna xwe îlan bike û çûn referandûmê lê Tirkiyeyê pêş çavê tevahiya cîhanê gef li Başûr xwar. Tirkiyeyê li gel artêşa Iraqê li ser sînor dest bi lêgerîna leşkerî. Wê demê têkiliyek xurt di nava Başûr û Tirkiyê de hebû. Niha Rojava Kurd dixwazin xwe bi xwe rêvebibin û jiyana xwe ji nûve ava bikin, Tirkiye êriş dike. Dema Kurd be û mijar statuya Kurdan be, besî Tirkiyeyê ye.  Li her derê cîhanê Tirkiye statuya Kurdan ji bo xwe weke metirsî dibîne. Ev siyasetekî xetere û ne di berjewendiya civaka Tirkiyeyê de ye. Ji roja ku Tirkiye ava bûye heta niha siyaseta xwe di ser Kurdan re dike. Dewleta Tirk, wekî pirsgirêkeke ewlehiyê nêzî Kurdan dibe. Ji ber vê jî ji bo Kurdan perçe bike operasyonên leşkerî dike. Lê belê siyaseta heyî ya dewletê heta niha bi ser neketiye. Wê bi komkujî, kuştin û girtinan ev pirsgirêk çareser nebe. Em jî vê yekê qebûl nakin û ev operasyonên leşkerî şaş in. Rojava ji bo Tirkiyeyê ne talûke ye. Di warê siyasî de jî heta niha tu gefeke Rojava ji bo Tirkiyeyê çê nebûye.”

‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ ŞERT E’

Bûcak got ku ji bo ku gelekî bigihîje armanca divê ku bi hev re tevbigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku li geşedanên cîhanê bê nêrîn dê bê dîtin ku gelên ku bi hev re tevgeriyane qezenç kirine. Ev yek ji bo Kurdan jî derbasdar e. Rêya tekane ya serkeftinê, li gel nêrînên xwe yên cûda jî di mijara yekitiya neteweyî de tevgerandina hevpar a rêxistinên Kurd ên siyasî ye. Em gelekî mezlûm in. Rewşa Başûr û Rojava li ber çavan e. Eger li Rohilatê Kurdisanê jî tiştek bi qewim e, ez di wê baweriyê de me ku dê Tirkiye êrişî wir jî bike. Em Kurd ne dijminê tu kesî ne. Em jî weke her civakê dixwazin wekhev û azad bijîn. Çavê me ne li xaka tu welatî ye û em dixwazin li ser axa xwe bijîn. Ji bo vê yekê yekîtiya neteweyî şert e.”