‘Bradost şoreşgerên xwe nafiroşe’

Ji deşta Hêrtî heta navçeya Kolîtê welatiyên herêma Bradostê bi dirûşmeya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ bersiva biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê didin.

Nerazîbûnên li dijî biryara DYA’yê ya li dijî sê rêveberê PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan dewam dikin. Li tevahiya Kurdistanê ciwanên Kurd bi çalakiyên di çarçoveya kampanya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ bersiva  DYA’yê didin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ de welatiyên herêma Bradost û ciwanên welatparêz ji navçeya deşta Hertî heta navçeya Kolêtiyê li ser rê û çiyayên  15 gundan wêneyên pêşengên Kurd ên bi nivîsa ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ daliqandin û biryara DYA’yê şermezar kirin.

Têkildarî mijarê Endamê Ciwanên Welatparêz Pişo Biradostî ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Em bi hemû awayî biryara DYA’yê ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê red dikin. Bi siyasetekî bê exlaqî dixwazin vîna azadîxwaz a gelê Kurd têk bibin.”

‘BRADOST BI GERMÎ PKK’Ê HIMBÊZ DIKE’

Bradostî bi domdarî wiha got; “Devera Bradostê bi sedan sal şoreşên Kurdistanê himbêz kiriye û niha jî bi germî şoreş û tevgera PKK’ê himbêz dike. Tu kes û hêz nikare PKK’ê têk bibe.”