Biryareke sosret: Wezîfedarên li ser sindoqan wê ji aliyê qeymeqaman ve bên diyarkirin
Qeymeqamên Licê û Pîranê bang li partiyên siyasî yên komên wan li Meclîsê hene kir û ji wan re gotin, di referandûma 16'ê Nîsanê de serok û wezîfedarên li ser sindoqan wê ji aliyê qeymeqaman ve bên diyarkirin.
HULYA EMEÇ
AMED / ANF
sêşem, 14 adarê 2017, 08:10
Qeymeqamên Tirk ên li navçeyên Licê û Pîranê yên Amedê, têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê de mohra xwe danîn binê biryareke sosret. Qeymeqamên Pîran û Licê bang li serokên AKP, HDP, CHP û MHP ên van navçeyan kirin û gotin, 83 wezîfedarên li Pîranê û 84 wezîfedarên li Licê, her wiha serokên desteya sindoqan wê ji aliyê wan ve bên diyarkirin. Qeymeqamên navçeyan bi devkî ev biryara xwe ji serokên partiyên siyasî yên li navçeyan re ragihandin û gotin, "Ji bo wezîfedarên li ser sindoqan serî li me te dayîn. Ji ber sedemên ewlekariyê, kesên ku li Pîran û Licê bibin wezîfedarên li ser sindoqan wê ji aliyê me ve bên diyarkirin. Bila haya we jê hebe." HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Licê ji sedî 96, li Pîranê jî ji sedî 70.5 ê dengan girtibû.
HDP û DBP li dijî vê biryarê îtiraz kirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Zekî Baran diyar kir, ev biryar gefê li ewlekariya hilbijartinê dixwe.
'JI ALIYÊ SIYASÎ VE TINE BÛN'
Baran da xuyakirin, ku AKP ji aliyê siyasî ve kêm maye li Kurdistanê bi temamî tine bibe û got, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP li Kurdistanê veguherî partiya tabela. Di 1'ê Mijdarê de tine bû. Di referandûmê de jî wê bi temamî ji holê rabe. Li cihê ku ji aliyê siyasî ve tine bûne, hewl didin bi rêya leşker, cerdevan, tîmên taybet, qeymeqam û walî propaganda hilbijartinê bikin."
Baran bibîr xist, "qedexeya derketina derve" ya li 18 gundên Licê dewam dike û got, "Li Licê encamên welê derdikevin holê, ku wijdanê ti mirovî nikare rake. Êdî ne tenê îşkenceyê li mirovên sax dikin, îşkenceyê li miriyan jî dikin. Pêwendiya vê rewşê bi referandûma 16'ê Nîsanê re heye. Armanca hemû hewldan û operasyonên leşkerî û siyasî yên hikûmet li herêmê dimeşîne, zêdekirina dengê 'erê' ye."
'EM Ê SINDOQAN RADESTÎ WAN NEKIN'
Baran got, "AKP, ku ji bo dengê 'erê' hêviya xwe ji Kurdistanê birî ye, bi destê leşker, cerdevan, walî û qeymeqaman bi rengekî ne hiqûqî xebatên hilbijartinê dimeşîne" û ragihand, qeymeqamên li navçeyên Pîran û Licê, ji bo nûnerên 4 partiyan bêbandor bikin biryar dane ku wezîfedarên li ser sindoqan û serokên desteya sindoqê bi xwe diyar bikin.
Baran destnîşan kir, ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û got, "Ev pêkanîn, desteserkirina maf e û li dijî hiqûqê ye. Em ê nehêlin cihê sindoqan bê guhertin û em ê sindoqan radestî polîs, walî û qeymeqaman nekin." Baran anî ziman, ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya di vî warî de bidomînin.
'BAREKÎ GIRAN DIKEVE SER MILÊ GEL'
Baran da xuyakirin, ku di vê pêvajoya hilbijartinê û roja dengdan ê de barekî giran dikeve ser milê gel û got, "Em li dijî gefa tivingan xebatên hilbijartinê dimeşînin. Çi dibe bila bibe, em ê ti carî serî li ber yên vîna me desteser dikin, netewînin. Çi dibe bila bibe, divê gelê me ji destûra bingehîn a ku gelê me, maf û hiqûqa me ya jiyanê nas nake bêje 'NA'. Divê sindoq bên parastin û ji niha ve xebatên ji bo dengê 'NA', bê meşandin."