Biryara dîlgirtina Leyla Guven hat dirêjkirin

Biryara dîlgirtina hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven hat dirêjkirin.

9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku bi hevdengî biryara serbestberdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven dabû, vê carê bi hevdengî biryara berdewama dîlgirtina wê da.

GELO ZEXT LÊ HAT KIRIN?

Serokê Dadgeha 9. Ya Cezayê Giran a Amedê Galîp Akpinar ku beriya niha di derbarê Guven de biryara serbestberdanê dabû, tevli danişîna îro nebû. Hate ragihandin ku Akpinar, bi 3 rojan rapora karnekirinê girtiye. Vê jî pirsa, ‘Gelo ji bo ku wê di biryara xwe ya serbestberdana Guven de israr bikira lewma zext lê kirin ku tevli danişînê nebe’ anî rojevê.