'Biryara bisedem' a Doza Komkujiya Pirsûsê

Dadgeha Cezayên Giran a 5'an a Pirsûsê biryara bisedem a Doza Komkujiya Pirsûsê aşkere kir.

20'ê Tîrmeha 2015'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li Navenda Çandê ya Amarayê bi pêşengiya Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ciwan hatibûn cem hev. Bi organîzasyona dewleta Tir û DAÎŞ'ê di êrîşa bombeyî de ya li ser ciwanan 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Di dozê de ya têkilî êrîşê 22'yê Cotmehê  rûniştin çêbû 34 caran cezayê miebettê ya girankirî li tekane bersûcê girtî Yakûp Şahîn hate birîn û ser dosyayê hate kirin. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rİhayê biryara bisedem aşkere kir.

Di biryara bisdem de Dİ kurteya îdîanameyê de, mutaalaya meqayê îdîayê ya  esasî, parastina Yakûp Şahîn ê bersûc û beyanên parêzerên Platforma Dad ji bo Pirsûsê, şahidên komkujiyê û malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane cih girt.

Di biryarê de daxwaze ku divê Azzo Halaf Suleyman el Aggal weke şahid lê were guhdarîkirin hate bibîrxistin û hate gotin ji ber ku ti beyanên wî li ser bersûc Yakûp Şahîn, Deniz Buyukelçî û Ilhamî Bali nînin daxwaza ku liş wan were guhdarîkirin hatiye redkirin. Wezareta Navxwe ya Tirk 12'ê Çile ya 2021'an Azzo Halaf Suleyman el Aggal weke ''terorîstê DAÎŞ'ê ku teqemeniya ji bo ku komkujiya Sultanahmet û Pirsûsê peyda kirî'' ragihandibû. 

Her wiha hate gotin ji ber ku hê îfadeya Îlhamî Balî û Deniz Buyukelçî nahatiye standin wê darizandina wan bidome.