Birînên xwe bi îradeya xwe dipêçin

Gerîla Sema dema ku destê xwe yê rastê winda kir, giranî da ser destê xwe yê çepê û bi ser ket. Serweriya derûnî birînên fîzîkî dikewîne.

Di bin barana Gulanê de em xwe digihînin cem komeke gerîlayên HPG'ê. Ji ber barana ku bi rojane dibare, herî bi pêlavên me ve dizeliqin û ji giraniya pêlavan em bi zorê dimeşin. Du gerîla ji kaşê li hemberî me tên û me pêşwazî dikin.

Ya destpêkê li ber çavên me dikeve Sema Amed e, ku porên wê yên reş û gulîşk şil bûye û ji bo çeka xwe ji baranê biparêze xistiye hembêza xwe. Piştî silavdanê em berê xwe didin cihê ew lê ne. Heta ku em diçin Sema bi israr dixwaze alîkariyê bide me û rahêje çetenên me. Kefiya li ser destê wê yê rastê bala min dikişîne. Dema ku em gihîştin cihê xwe, me destpêkê pêvalên xwe ji heriyê paqij kirin, piştre jî li ber tavê rûniştin û dest bi sohbetê kirin.

JI BO BIBE GERÎLA DUA DIKIR

Sema 10 sal in gerîla ye. Qala çûkaniya xwe dike ku dema li navçeya Licê ya Amedê bû çavên wê timî li gerîla bû. Di xewn û xeyalên wê de gerîla timî hebû. Ji bo rojekê bibe yek ji wan her roj dua dikir. Di emrê xwe yê ciwantî de tevî du hevalên xwe berê xwe didin çiyê.

LI GORÎ DEWLETÊ EM NÎNIN

Ji bo vexwarina çayê em navberê didin sohbetê. Radyoyeke kevn ku antena wê ji gelek aliyan ve hatiye pînekirin, ji qilfê wê derdixîne. Peydakirina amûrên bi vî rengî li nava gerîla ne karekî hêsan e, ji bo guhdarîkirina li nûçeyan.

Piştre em guh didin qenalên radyoyê yên Tirkiyeyê. Di nûçeya destpêkê de tê îdîakirin ku di nava hefteyekê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 'nizanim çend terorîst hatine bêbandorkirin'. Gerîlayên jin ên li hev civiyane û çay vedixwin dibêjin, "Di hesabên matematîkê yên dewletê de şaşitî hene. Dikin nakin bi kuştinê nikarin me biqedînin. Li gorî bîlançoya wan; em nînin, em niha najîn." Û radyoyê digirin.

SEMA BI ÇIYÊ RE MEZIN DIBE

Sema qala aliyên bedew ên mezinbûna li çiyê dike: "Ez niha li nava çiyayê me, ku biçûkanî xewn û xeyalên min bûn. Ez û çiya em bi hev re mezin dibin. Berê dema min li çiyayên Amedê dinihêrî, gelekî dûr xuya dikirin. Lê min nizanîbû ku ewqasî mezin e. Piştre dema ku mirov pê re dibin yek, tevî ku sabît xuya dikin jî, her roj mezin dibin..."

SEDEMA ŞEREKÎ XURTIR E

Dema ku ji ser destê xwe yê rastê kefiyê radike, dibînim ku beşek ji destê wê nîne. Li çiyê birîn jî xwedî wateyên cuda ne. Dibe ku organekî xwe ji dest didin, lê belê li şûna ax û waxê, mirov vê yekê ji xwe re dikin sedema şerekî xurtir. Xuya ye dema ku dibêjin 'mezinbûna bi çiyê re' mebesta wan ev e. Sema piştî ku destê xwe yê rastê winda kir, giranî da ser destê xwe yê çepê. Berê bi destê rastê gule berdida, lê niha ev yek guheriye û bi destê çepê çekê bi kar tîne. Û li hedefa xwe dixe. Wekî din gelek rojnivîskên wê hene ku bi destê çepê nivîsî ye.

GERÎLA BIRÎNÊ DIKEWÎNE

Birîn organekî mirovan kêm dike, lê belê bi serweriya derûnî, birînên fîzîkî tên kewandin. Mirovan kêm nake, berevajî; mirovan zêde dike, mezin dike. Mîna Sema. Birînên gerîla nabin sedema xeyd û xerabûna moralê. Birîn dibin sedem ku têkiliya bi jiyanê re hîn bêhtir xurt bibin.