BI DÎMEN

Birindarên Xanesorê roja êrîşê vegotin

Kesên ku di encama êrîşa çeteyên PDK’ê de birîndar bibûn diyar kirin ew ne li bendê bûn bira bira bikuje û wiha gotin: “Lê derket ku ew ne bira ne, ew xêrnexwaz û dijminê gelê Êzîdî ne.”

Şervanên YBŞ/YJŞ’ê û rojnamevanên ku di encama dagirkerî û êrîşa çeteyên PDK’ê birîndar bibûn, roja êrîşê vegotin.

Endamê asayişa Êzidxanê Azad Îsmet 3’ê Adarê çawan êrîş çêbû û çawan birindar bûn vegot : “Dema ev pêşmergeyên roj hatind destpêkê hevalên me çûn sedema hatina wan bizanibin, qet niyetê me yê şer nebû. Di nava vê komê de leşkerên Tirk, kesên ku di fermana 73’an de gelê me û dayikên me qetil kirin di nav de bûn. Lê destpêkê me nizanîbû ku ev kom tê de hene, tenê me digot pêşmerge hatine. Me amadekariyên şer nekiribûn, me şer nedixwest. Lê roja 3’ê Adarê êrîşî me kirin, em jî neçar man ku bersiv bidin û parastina xwe bikin. Gelek kuştî û birindarê wan çêbûn û rakirin nexweşxaneya bajarokê Sînûnê ya Şengalê. Kes û hêzên ku werin serr axa me dagir bikin û bixwazin êrîşî me bikin, em ê bi tundî bersiva wan bidin û serê xwe ji wan re natewînin.”

Îsmet diyar kir ku pêwîste hemû gelê Êzîdî rabin ser xwe û ger nerabin wê Êzdayetî nemîne û wiha got: “Bila ti hêz ser Şengalê siyaset neke û planan ava neke, ji ber ku îro hêza me ya YBŞ/YJŞ û asayîşa me heye. Em bang li NY û dewleta Elmanya dikin ku ew çekên ji bo parastina Êzidiyan dane pêşmergeyan ji wan bigirin jî ber ku îro hemberî me bi kar tînin.”

Şevana YJŞ’ê ya bi navê Sozdar Agirî bang li gelê Êzîdî û ciwanan kir ku rabin xwe û wiha berdewam kir: “Heya dawiyê wekî şervanên YBŞ û YJŞ’ê em ê axa xwe li hemberî hemû êrîşan biparêzin. Bila gelê me ji me bawer bike. Kesên ku bûne sedema  fermanan were serê me, pêwîstiya me bi parastin û hebûna wan a li Şengalê nîn e. Em ê şehîdan û birîndaran jî bidin, lê em ê rê nedin ti hêz axa me dagir bike.”

Rojnamevanê Çira TV yê bi navê Hadî Îlyaz destnîşan kir ji bo çeteyên PDK’ê hatine Xanesorê wan jî wekî çapemenî  xwest  biçine wir bûyerê bişopînin û got: “Dema sibeha 3’ê Adarê li wir bûn me tamaşe kir bi tirimpêlên zirxî êrîş kirin. Ji ber ku herî zêde Xanesorê ewlekariya wê hebû û gelê ji Başûr vedigeriyan dihatin Xanesorê bi dehan bermane me li wir kişandin. Em bi tirimpêlê sivîl bûn, kamerayên me jî di destê me debûn, em li ser cehdê sekînîbûn ji bo dîmenan bikişînin. Lê êrîşî me kirin û ser me wekî baranê gule reşandin, bi çavê xwe min dîtin tirimpêlên cûda yên sivîlan hebûn li wan jî gûle reşandin. Mermiya çeteyan li serê endama Çapemeniya Nûjiyan Erhan ket û birindar bû. Dema min dît mermî lê ket ez jî çûm min xwest rakim mermiyek a çeteyan li zikê min jî ket û derbas bû.  Di encamê de ez û 2 xebatkarên çapemeniyê birîndar bûn.”

Îlyaz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev komên hatin dikarîbûn di bajarokê Sînûnê, deriyê Sêmalka ya Rojava re derbas bibin, lê planek wan a tayet ser Şengalê hebû ji bo wê êrîş kirin. Ji bo wê bang li Êzidiyên Pêşmerge û gelê Êzîdî dikim li hemberî van êrîş û leyîstokan berxwe bidin û nebin leyîstokê wan.”

Rojnamevanê Çirat Tv Ezet Îsmet di encama êrîşa 3’ê Adarê de birîndar bibû ew roj wiha anî ziman : “Em  ji bo  şopandina nûçeyan û bûyerê çûbÛn wê derê, ji bo şahidiyê bikin. Dema em gihiştin cihê bûyerê ji sê aliyan ve guleyên çeteyan bi ser me de hatin. Ji bo xwe biparêzim min xwe xist ber tirimpêlekê, lê dema van çeteyan ez dîtim  çûm ber tirimpêlê, zêdetir ez kirim hedef û zêdetir gule bi ser min de reşandin. Dema van hêza zanîn em rojnamevan in hîn zêdetir em bûn hedefa wan. Piştî hîn zêdetir gule ser me de hatin em neçar man ku biçin xwe bidin ber dozerê. Hevalên me Nujiyan Erhan û Hadî Îlyas di encamê de birîndar bûn, min jî ji serê xwe parçeyek cam xwar û birîndar bûm.  Ez vêya vekirî dikarim bêjim ew ne pêşmerge bûn, ew çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Tirk bûn lê cilên pêşmergeyan li xwe kiribûn. Bi vê êrîşa xwe dixwestin Şengalê bifetisînin û Şengalê bixin çemberê. Ez bang li gel dikim êdî zilm û destihatdariyê  qebûl nekin û bibin yek.

Şervanê YBŞ’ê yê bi navê Şahî Qeyranî jî bûyera 3’ê Adarê wiha bi lêv kirin: “Ez li pêş disekinîm. Evqasî çekên giran û tirimpêlên zirxî dema 3’yê Tebaxa 2014’an anîbana wê çeteyên DAIŞ’ê seatek ber xwe nedana. Ev ne pêşmerge ne, hemû çete ne, Berzanî anîn Şengalê. Bila Mîr Tehsîn Beg neçe li Dohukê gel Berzanî civîna neçêke, bila were cem gelê xwe. Ger rastî mirê me ye bila were Şengalê, na ku tu neyî tu mirê Berzanî yî. Sedema hatina van çeteyan tenê gelê me yê Êzîdî ye. Êdî  gelê Êzîdî nabe xulam û koleyê tû desthilatdaran. Ger Berzanî rastî dibêje bila biçe Sîba Şêx Xidir rizgar bike. Ez jî encama vê êrîşa çetayan ji destê xwe birîndar bûm.”

Şervanê YBŞ’ê Çekdar Sîba jî ragihan ku ew ne bendê bû bira bira bikûje û got: “Encama vê êrîşê derket ne birayê me ne. Ji ber ku di nava wan de leşkerên Tirk jî hebûn. Hedefa Erdogan gelê Êzîdî û PKK’ê tine bike. Ji bo wê bang dikim bila pêşmerge û Berzanî neyên van leyîstokan.”