'Birêz Ocalan rizgariya Rojhilata Navîn e'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk bal kişand ser rola diyalog û danûstandinan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Rizgariya alternatîf a Rojhilata Navî di sîstema heyî de nîne. rizgarî Birêz Ocalan e."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li navçeya Hezexê ya Şirnexê di çarçoveya kampanya "Em bibin yek, tecrîdê ji holê rakin, azadiyê pêk bînin" civîna gel li dar xist. Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz tevlî civînê bûn.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li civînê axivî û bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê nirxand. Ozturk got, "Li ser çar parçeyên Kurdistanê êrîşeke topyekûn heye. Li Rojhilata Navîn binêrin, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê Kurd nebe xwedî maf çi ji destê dagirkeran tê dikin. Dikujin, digirin û qetil dikin. Dema ku em li dîroka Tirkiyeyê jî dinêrin bi heman nêzîkatiyê re em rû bi rû ne. Kengî gelê Kurd  gotiye ez mafê xwe dixwazim, ewqas êrîşên xwe zêdekirine. Bi van êrîşan xwestine daxwazên gelê Kurd xelas bikin. Xwestine ku gelê Kurd bibêje 'temam ez nasnameya xwe qebûl nakim û ez ê ji we re koletiyê bikim'. Lê belê di 40 salên dawiyê de, em dinêrin gelê Kurd her tim ber xwe daye."

'LI GELÊ KURD KOLETIYÊ FERZ DIKIN' 
 
Ozturk anî ziman ku eger nasnameya Kurd neyê qebûl kirin tu wateya dewlemendbûnê tune ye û wiha dom kir: "Gelê Kurd li ber vê pergalê û nijadperastan rabû û çok daneynî. Tercîha gelê Kurd jiyaneke birûmet, mirineke bi şerefe. Îro nêzikatiya dewletê li ser tunekirina gelê Kurd e. Tişta ku dixwazin li gelê Kurd bidin ferzkirin, jiyaneke bêrûmet e. Em vê qebûl nakin. Weke her gelî em jî mafê xwe dixwazin. Mafdarbûna me zimanê me, nasname û dîroka me ye. Lê li hemberî vê daxwaziya gel dibêjin na. Ji me re dibêjin yek mafê we heye, ew jî koletiye. Lê tişta ku em qebûl nakin ev e."

'PIRSGIRIKA KURD BI ÇEKAN ÇARESER NABE' 
 
Ozturk bi bîr xist ku AKP-MHP li ser tunekirina gelê Kurd polîtîkayên xwe dide meşandin û wiha bi dawî kir: "Di 40 salan de gelê me berdelên herî giran dan. Dema ku em li 5 salên dawî dinêrin faşîzma AKP û MHP'ê tiştê ku nekiribûn di van 5 salan de pêk anîn. Di salên 90'î de gundên me xera dikirin, lê di van 5 salên dawî de bajarên me jî hilweşandin û şewitandin. Plana têkbirinê amade kiribûn. Di vê planê de armanca wan tunekirina gelê Kurd û tasfiyekirina sazî û dezgehên Kurd bû. Lê di van 5 salên dawiyê dinêrin ne gelê Kurd ew hatine asta xelasbûnê. AKP û MHP çima îro di vê rewşê de ne? Ji ber ku berxwedana gel ew têk birin. Tu êrîşên wan encam negirtin. Dibêjin ku pirsgirika gelê kurd em ê bi çekan ve çareser bikin. Heta niha kê gotiye ku  ez ê pirsgirika Kurd bi çekan çareser bikim, bi xwe xelas bûne û çûne. Em vê ji Tansu Çîleran, Suleyman Demîrelan dizanin. Îro ev aqûbete wê bê serê Dewlet Bahçelî û Erdogan jî.  Ew jî baş dizanin ku pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, 'Hûn bi çekan nikarin pirsgirika heyî çareser bikin, rê û rêbazên vê diyalog û muzakere ye.' Di salên 2013-2015'an de encamên vê gotinê herkesî dît. Emerîka jî xetimiye, Ewropa jî xetimiye û Rojhilata Navîn jî vê yekê dibîne. Bi rêbertiya birêz Ocalan, alternatîfa Rojhilata Navîn heye. Alternatîf ne ev pergala heyî ye. Êrîşên wan têkçûna wan nîşanî me dide."

Piştî axaftina civîn bi nirxandinên gel berdewam kir. Şandeyê dûre bi gel re esnaf û malbat ziyaret kirin.