Biraziyê Akîf Yilmaz: Em ê rihê berxwedanê zindî bihêlin

Biraziyê berxwedêrê 14’ê Tîrmehê Akîf Yilmaz jî di nav refên têkoşîna azadiyê de ye. Birazî Yilmaz ê HPG’yî got, ‘’Em ê rihê berxwedanê yê ku ji dîrokê mayî zindî bihêlin. Ev deynê ser stûyê me ye.’’

Dema ku zindana Amedê tê gotin navên Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Mehmet Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek, Ferhat Kurtay, Necmî Anyik, Akîf Yilmaz û gelek navên dî têne bîra mirov, li dijî faşîzmê 14’ê Tîrmehê ku navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê dane nivîsin.

Navên damezirîner û qedroyên pêşeng li gel ku bi dehan sal di ser re derbas bûne jî dijîn, her wiha nifşê nû yê ku tevlî PKK’e bûne jî navê wan didin jiyîn. Yek ji van jî biraziyê yek ji berxwedêrê Rojiya Mezin a Mirinê ya 14’ê Tîrmehê Akîf Yilmaz e. Navê xwe jî Akîf Yilmaz e.

Akîf Yİlmaz ê HPG’yî ku biraziyê Akîf Yilmaz e, tevlêbûna xwe ya nav PKK’ê wiha dibêje: ‘’Kurmeta min Akîf Yilmaz jî 2007’an li Botan, Mawayê şehîd bûbû. Vê jî digote min ku êdî dora te hatiye. Tim me hewl dida ku rihê berxwedanê yê ji dîrokê mayî zindî dihêlin. Ev jî deynê me yê li Akîfan û li gel e.’’

 ‘GEL HERÎ PIR MEYLA XWE DA SER TEVGERA PKK’Ê’

Akîf Yilmaz wiha got:

‘’Dema ku darbe çêbûyî ez nû çêbûbûm. Li dijî Evrenê faşîst, mêtinger û komkuj, berxwedana rojiya mirinê, çawa ku bandor li ser hemû civakê kiribe li ser Erdehanê, li gundê me jî kiribû. Jixwe piştî nifşê 68’an li herêma me ciwan û xwendekaran dest bi tevgerekê kiribûn. Dijmin piştî serhildana Agirî polîtîkayên îmha û înkarê ferz dikir. Li dijî vê êrîşa dijmin li nav gel bi bandora berxwedanê hewlên tolhildanê çêbûn. Li bara çepa Tirkiyê û tevgera Kurd ku wê demê rêxistinî bûn sempatiyek çêbû. Van salan gelê herêmê herî pir meyla xwe da ser tevgera Apoyî. Heval Akîf Yilmaz jî ji bo yekîtiya netewî ya Kurd û azadiya wê, ji bo têkoşînê tevlî nav tevgera Apoyî bû.’’

 ‘XWE DEYNDARÎ MAZLÛM DOGAN DIDÎT’

Yilmaz ku bi çîrokên PKK’yiyên pêşî mezin bûyî wiha domand: ‘’Heval Akîf Yilmaz li qada Serhedê  bi çalakî xebata kir. Dema ku heval Mazlûm Dogan kirin zindana Amedê peywira ku heval Mazlûm ji zindanê birevîne dabû ser milê xwe. Plana peşî ya revandinê ji bo problemekê bi ser neket. Ji bo vê jî tim xwe deydarî heval Mazlûm didît. Jixwe piştre ew jî hate girti û ew birin zindana Amedê ya ku heval Mazlûm lê bû. Di berxwedana zindanê de bi risteke mezin rabû. Piştî çalakiya heval Mazlûm berxwedana zindanê pêl bi pêl mezin bû. Li zindanan her ku hevalan li ber xwe da li nav gel jî berxwedan geş bû û bû xwedî karakterekî rêçî.

 ‘ZILMEKE NEDÎTÎ KIRIN LÊ BERXWEDAN GEŞ BÛ’

Yilmaz got zilmeke nedîtî li PKK’yiyan, malbat û zarokên wan kirin, li dijî zextan berxwedan jî geş bû û got, ‘’Xwestin bi zarokan dest bi asîmîlasyonê bikin, ‘mamoste’yên ku şandin gundan bi taybet hatibûnhilbijartin.’’