Bîranîna Aktaş û Yavûzer ji aliyê polîsan ve hate astengkirin

Rojnamevan Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel ê DBP'î yê ku li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin, wê li ser gora xwe bihatina bîranîn, lê belê polîsan destûr nedan. Melîha Aktaş nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Bila ev bibe şerma yên asteng kirine."

Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê Meclîsa Partiyê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Yavûzel ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de li jêrzemînên hovîtiyê hatin qetilkirin, wê îro bihatina bîranîn, lê belê polîsên Tirk li pêşiya bîranînê bûn asteng.

Polîsan bend danîn ber Goristana Malbatê ya Pirsûsê û nehişt malbat, rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û HDP'î derbasî nava goristanê bibin ji bo bîranînê. Polîsan ji bo qedexeyê jî biryara walîtiyê hincet nîşan da.

Ayşe Surucu nerazîbûn nîşanî dorpêçiya polîsan da û got, "Li vir sûc tê kirin. Li ti devera cîhanê pêkanînek wiha nîne. Destûrê nadin ku em van mirovên bi hovane li jêrzemînan hatin qetilkirin li ser gora wan bi bîr bînin."

Piştî nîqaşê polîsan destûr dan ku tenê dayik Melîha Aktaş û Ayşe Surucu derbasî nava goristanê bibin.

Melîha Aktaş nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew ê bi tenê neçe û got, "Ez bi tena serê xwe nikarim vê êşê rakim. Ev yek jî bila bibe şerma yên astengiyan derdixînin."

Girseya gel piştre li pêşiya goristanê daxuyaniyek da û astengiya polîsan şermezar kir. Piştre jî serdana malbata Rohat Aktaş kir.