Bingeha PKK’ê ji pola ye tu caran têk naçe

Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê diyar kirin ku berxwedana îro li Heremên Parastina Medyayê tê meşandin encama têkoşîna 43 salan ya qawîmbûna PKK’ê ye. Wekî gelê Kurd yekane rêya çareseriyê li derdora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê kombûyîn e.

Gerîlayan bal kişandin ser qonaxa ku îro têkoşîna PKK’ê gihiştiyê û li hemberî ev têkoşîna ku digihêje nîv sedsalê û gotin; “Dijminê ku bi fikrê qetilkirina Kurdan re tevdigere îro di asta hilweşandinê de ye. Her wiha PKK di heman deme de partiya şehîdan e û ji destpêkê heta niha ev têkoşîn bi şehîdan û bi saya Rêber APO liser piyan e.”

Gerîlaya YJA-Star’ê Dîcle Efrîn di destpêka axaftina xwe de got ku berxwedana PKK’ê her ku diçe mezintir dibe ne tiştekî ji rêzê ye. Jiber ku her sala derbasbûyî ji salên berê zêdetir dagirtî ye. Gerîla Dîcle Efrîn axaftina xwe wiha domand;

RUHÊ ŞOREŞÊ HER DEM ZINDÎ YE

“Têkoşîna PKK’ê bi ruhê kadroyên pêşeng Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û gelek şehîdên şoreşê we heta roja me ya îro hatiye. Niha jî hevalên me vî ruhî didin raberkirin. Berxwedana Mamreşo, Werxelê, Zendûra û qadên dîtir destanên ku hate nivisandin encama vî ruhî ye. Dewleta Tirk ji roja destpêkê ve dibêjê ‘Ez ê tune bikim, qetil bikim’ û ji bona vê jî hemû rêbazan bi kar tîne. Çi bi bombebaran dibe çi jî bi bikaranîna çekên kîmyewî dibe, hemû teknîka xwe xist meriyetê lê bêguman bi van hemû rêbazên qirêj jî nekarî îradeya Apogerî bişkîne. Nekarî ruhê Kemal Pir ku îro di têkoşîna me de zindî ye tune bike. Dijmin bi hemû bê exlaqiyê êrîşî tevgera me dike û dixwaze me tune bike. Her carê dibêje yan îro yan sibe xelas dibin, lê dijmin nekarî vî ruhê têkoşînê tune bike. Gelek hevalên me bêyî ku dudilî jiyan bikin bi fedaiyane biser dijmin de çûn û yek kêliyê jî paşde gav avêtinê nefikirîn.

AZADÎ BI TOLHILDAN Û BERXWEDANÊ BI DEST DIKEVE

Li hemberî têkoşîna 43 salan raberkirina sekneke mayînde pêwîst e û em wekî gerîlayan jî viya îddîa dikin ku em tu carî dev ji vî ruhî bernadin. Dijmin çiqas bixwaze bi serweriya xwe ya teknîkê biser me de were jî em wekî gerîlayên azadiya Kurdistanê em ê asta têkoşînê bilindtir bikin. Ji niha û pêde jî  bi ruhê me ji şehîdên xwe girtiye em ê bi ser dijmin de biçin û paşde gav neavêjin. Gerîla xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derdikeve. Banga min ev e ku gele Kurd û gelen cîhanê yên xwedî wijdan dengê xwe bilind bikin, li hemberî bêexlaqiya dewleta Tirk serî rakin. Pêwîst e bertekên tûj werin raberkirin. Gele Kurd êdî ne bêzanebûn e, li gorî vê jî pêwîst e helwesta xwe hem cûr bi cûr û dewlemend bike hem jî mezintir bike. Bi taybetî pêwîst e ciwan rolê pêşengtiyê bilîzin.”

Gerilla Rûken Xerzan jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi avakirina tevgera PKK’ê re jibo tevahî gelê Kurd hêvî û derfetên têkoşînê ava kiriye û wiha pêde çû: “Em sala 44’emîn bi vê boneye li hemû gelan pîroz dikin. Ev ruh ji Kemalan, Xeyriyan, Mazlûman û Hakiyan heta roja me ya îro bi Sarya, Cumalî û Şoreşan her berdewam dike.”

Gerîla Rûken di devama axaftina xwe anî ziman ku dewleta Tirk bi derketina PKK’ê re digot ‘ezê di çend rojan de koka wan biqelînim’ lê ev 43 sal in gav bi gav ew bixwe diqedin û axaftina xwe wiha domand;

PKK MEŞA AZADIYÊ YE

“Bi taybet ev 7 mehên dawî wekî komkirina tevahî deman e. Bi rastî dijmin bi êrîşên çekên kîmyewî, bi êrîşên hovane ku di dîrokê de minakên wê kêm in êrîşî gerîla dike. Dijmin bi hêza di destê xwe de û bi hêzên ku pişta xwe daye wan bawer dike. Wisa dixwaze gerîla tasfiye bike. Lê ne di ferqê de ye ku hêza ku li hemberê wê şer dike xwedî îrade û baweriyeke ji pola ye, xwedî felsefeya Apogerî ye û di heman demê de bi hezaran şehîd daye. PKK bi şehîdan liser pêyan e, her ku berdêl daye xurttir bûye. Lê dijminê ku ji vê rastiyê dûre wekî her carê dîsa bi hovîtî û nemerdiya xwe dixwaze gerîla tasfiye bike û biçe encamê. Li beramberî vê ew bîr û baweriya ku Rêber Apo di gerîla de ava kiriye tu carî hilnaweşe. Wê serkeftin ya gerîla û paradigmaya Rêber Apo be.”

DAGIRKERÎ Û FAŞÎZM BI BERXWEDANIYÊ DIKARE BÊ HILWEŞANDIN

“Pêwîste gelê me baş bizane ku li hemberî faşîzmê serî tewandin nabe azadî. Divê mirov bi gerîla re di nava yekbûnê de be. Îro em di nava şerê gelê şoreşgerî de ne. Gelê me çiqas bi vê ferasetê tevbigere wê serkeftin nêztir bibe. Pêwîst e em bizanin ku bi berxwedaniyê em dikarin her cure êrîşên dewleta Tirk a dagirker têk bibin û faşîzmê hilweşînin. Gerîla ji gelê xwe bawerî digre, pêwîst e gelê me jî berxwedana gerîla baş bibîne û jê hêzê bigre. Hedef û armanca me eve ku em bi Serok Apo re di siberojên azad de jiyana xwe ava bikin.”

‘AVABÛNA PKKÊ JI BO ME PÎROZ E’

Gerîlayê HPG’ê Botan Şaho jî di destpêkê de îşaret bi avabûna PKK’ê kir û got, “Çawa ji bo misilmanan rojên pîroz hene ji bona me û gelê Kurd jî avabûna PKK’ê ewqas girîng û pîroze. Serok Apo bi avakirina partiya me PKK’ê re hêviyên ku hatibûn şikandin ji nû ve ava kir.”

Gerîla Botan diyarkir ku ruhê berxwedanê di tevahiya 43 salên ku têkoşînek bêhempa hatiye meşandin de îro di şexsê rêhevalên me yên pêşeng de bi ruh û vineke mezin li Herêmên Parastina Medyayê û her wiha li tevahî qadên berxwedanê dijî. Gerîla Botan wiha dirêjî da axaftinên xwe;

‘EM LI DORA SEROK APO Û GERÎLA KOM BIBIN’

“Ruhê berxwedan û tolhildanê di roja me ya îro de gihiştiye lûtkeyê. Ruxmê hemû rêbazên qirêj yên ku dijmin li ser me bi kar tine jî dijmin nekarî îradeya me û ya gelê me teslîm bigİre. Jiber ku Serok Apo ev îrade ava kiriye. Ev berxwedana ku 7 meh in li qadên gerîla tê meşandin bi rastî çongên dijmin daxist erdê. Gelê me pêwîst e vê bizanibe û wisa tevbigere. Bi taybetî gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku tu caran serî li hemberî dijmin netewandiye, pêwîste îro jî serî ji dijmin re netewînin û li dora Serok Apo û gerîla kom bibin. Ev bêdengmayin ne rast e. Ev bêdeng mayin dibe sebeb ku PDK bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê bike û zilmê bike. Gelê me yê Başûr serî ji Sedam Huseyîn re netewand, pêwîst e îro li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê jî netewîne. Ji bona wê ciwan bila werin xwedî li nasnameya xwe derbikevin, tevlî nava refên gerîla bibin.”