Bîlgîn: Leyla Guven bi dilsozî li ber xwe dide

Hevberdevka KCD'ê Zelal Bîlgîn ku pêr hate berdan, diyar kir ku Leyla Guven bi dilsozî li ber xwe dide û bi biryar e, heta tecrîd biqede çalakiya xwe bidomîne.

Li Amedê 9'ê Cotmeha 2018'an di serdegitina malan û saziyan de siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de 140 kes hatibû destgîrkirin. Yek ji wan Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Zelal Bîlgîn, 25 kes hatibûn girtin. Zelal Bîlgîn li ser îtîraza parêzeran di encama biryara navberê ya dadgehê de, duh hate berdan.

Hevberdevka KCD'ê Zelal Bîlgîn ku di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de li gel Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dihat girtin û duh bi biryara navberê hate berdan, li ser çalakiya greva birçîbûnê, rewşa tenduristiyê û peyama Leyla Guven ji ANF'ê re axivî.

'ÇALAKÎ BI DILSOZÎ Û BERXWEDANEK MEZIN DIDOME'

Bîlgîn bi bîr xist ku Guven ji 7'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û got, çalakî bi dildozî û berxwedanek mezin di roja 23'an de ye. Bîlgîn anî ziman, Guven tenê bi armanca şermezarkirina û rakirina tecrîda giran a li Îmraliyê dest bi çalakiyê kiriye. Bîlgîn detnîşan kir, Guven weke hemû gelên Rojhilata Navîn li cihê ku jê bawer dike radiweste û wiha axivî: "Pir baş tê zanîn ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neqede,  wê krîz û kaosa li Rojhilata Navîn her biçe kûr bibe. Bi vê rastiyê girêdayî berxwedaneke bê hempa li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê didome. Guven bi îrade û dilsoziyek mezin di bin şert û mercên herî giran de li ber xwe dide."

'DIVÊ GUVEN VÎTAMÎNA B1 BI KAR BÎNE'

Bîlgîn destnîşan, ku heta roja îro rewşa Leyla Guven baş e û diyar kir, di çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ji roja 20'an û pê ve bandor li tenduristiya mirovan dibe. Bîlgîn anî ziman, roja 20'an sînor e û ji niha vir de rawêj dikim ku wê nexweşiyên weke; serêş, çav şêlo, nebihîstin û şewşîn pê re peyda bibe. Bîlgîn ragihand, divê Leyla Guven dermanên vîtamînê yên weke B1 bi kar bîne û wiha pê de çû: "Ji bo ku Guven dermanê vîtamînê yê B1 bi kar bîne me daxwazname dan rêveberiya girtîgehê, lê belê ji bo ku ev derman li Tirkiyeyê nayê dîtin rêveberiya girtîgehê ti agahî neda. Wezîrê Tenduristiyê û rêveberiya girtîgehê ji vê rewşê agadar in û ji bo ev vîtamîn bê dîtin me daxwazname nivîsandiye. Lê belê heta niha ti bersiv nedane û ti hewldanên wan ji çênebûne. Ji bo ku em bi xwe jî vê vîtamînê peyda nekin, astengiyan derdixin. Her wiha vîtamîna ku em ji derveyî welat bixwazin jî rêveberiya girtîgehê destûr nade bikeve hundir. Divê demildest ev krîza vîtamînê bê çareserkirin."

'HETA TECRÎD BIDOME EZ Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIM'

Bîlgîn bilêv kir, Leyla Guven bi çalakiya xwe îradeya xwe û jinê derxist holê û got: "Leyla Guven weke dewamiya têkoşîna jinan û kevneşopiya siyaseta Kurd, çalakiyek dîrokî daye destpêkirin. Birêz Guven silavên xwe ji hemû hevrêyên xwe û gelê Kurd re şandin û got, heta tecrîd bi dawî bibe, ew ê dawî li çalakiya xwe neyne. Her wiha Guven got, divê ev çalakî ji derve bê xurtkirin û bang li her kesî kir ku tecrîdê bikin mijara xwe ya sereke."