Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran bû

Li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, bîlançoya teqîna li avahiya sê qatî giran bû. Di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Teqîn 17'ê Mijdarê saet di 19:38'an de li taxa Kawize-2 li avahiyekê teqînek çêbû.

Waliyê Silêmaniyeyê heval Ebûbekir ragihand, ku teqîn ji ber gaza LPG'ê ye.

Li gorî bîlançoya nû, hejmara qurbaniyan gihîşt 10 kesan. Zêdeyî 10 kes jî birîndar bûn.

Ji qurbaniyan yek jê jinek û pitika wê ya 6 mehî ye.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, zarok jî di nav de 5 kes hîn ê di bin xirbeyê avahiyê de ne.

Rayedarên xwecihî diyar kirin, ku di dema teqînê de li avahiyê nêzî 30 kes hebûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Şahr. Tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya hin ji birîndaran giran e.