Bîlançoya çalakiyên li Erzirom, Bazîd û Colemergê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya çalakiyên li Erzirom, Bazîd, Gever û Çelê yên li hemberî artêşa Tirk eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Detayên daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

LI ERZIROMÊ ME LI LEŞKERAN DA YÊN KU OPERASYON DABÛN DESTPÊKIRIN

“Di 21’ê Nîsanê de li gundê Nadirbaz ê bi ser navçeya Şenkayayê ya Erziromê artêşa Tirk operasyonek daye destpêkirin. Di 26’ê Nîsanê de hêzên me li hemberî milekî operasyonê kemîn danîne. Ji nêz ve bi çekên ferdî û bombeyên destan me li vê komê da û yek jê serbaz 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê bi Skorskyan mirî û birîndarên xwe ji qadê rakirine û vî milê operasyonê bi paşve vekişiyaye. Di heman rojê di saet 18.00’an de 2 helîkopterên Kobra li qada çalakiyê û derdora wê gulle reşandine. Operasyon di heman rojê de bê encam paş ve hatiye kişandin.

LI BAZÎDÊ ÇALAKÎ

Di 29’ê Nîsanê de hêzên me girê bolukeke leşkeran a Kozlûyê ya bi ser Bazîdê ya Agiriyê xistine bin kontrola xwe. Hêzên me fermandarê leşkeran kiriye armanc û bi çekên nîvotomatîk û ferdî çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de fermandarê gir hatiye kuştin. Ev çalakî ji bo hevrêyên me hate lidarxistin yên ku li Bestayê şehîd bûne.

LI HEMBERÎ LEŞKERÊN KU KONTROLA RÊ KIRINE, ÇALAKIYEK HATE LIDARXISTIN

Di 27’ê Nîsanê di saet 10.00’an de hêzên me li nêzî qereqola Karataşê ya Çelê ya Colemergê li hemberî leşkerên ku kontrola rê dikirin, çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û yek jî hate birîndarkirin.

LI ÇELÊ ÇALAKIYA SÛÎKASTÊ

Di 28’ê Nîsanê di saet 12.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li hemberî leşkerên li qereqola Tepê Sor a Çelê ya Colemergê ji du 2 aliyan sûîkast kirine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI ÇELÊ ÇALAKIYÊN LI SER HEV

Di 28’ê Nîsanê di saet 12.00’an de hêzên me li hemberî leşkerên qereqola Tepê Sor a Çelê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Di 29’ê Nîsanê de hêzên li hemberî leşkerên Girê Koordîneyê yê Çelê ya bi ser Colemergê bi hawanan çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 2 mewzî hatine derbekirin û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

LI GEVERÊ BÊYÎ KU XWE BERA ERDÊ BIDIN REVIYAN

Di 28’ê Nîsanê de di saet 16.00’an de artêşa Tirk xwest ji helîkopteran xwe bera Deriyê Garana ya Geverê ya bi ser Colemergê bidin. Dema ku xwe ji helîkopterê berdidan hêzên me bi çekên giran li helîkopterê daye. Helîkoptera Skorsky bêyî leşkeran daxîne, reviyaye.

LI SER HEFTANÎNÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 29’ê Nîsanê de di destê sibehê de artê Tirk bi balefirên şer Girê Şehîd Kendal a li qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye”.