Bîlançoya 4 rojan a Pêngava Xezeba Firatê
Bîlançoya 4 rojan a Pêngava Xezeba Firatê hate eşkerekirin. Di daxuyaniyê de peyama “Em ê nefesa DAIŞ’ê li Reqayê biçikînin” hat dayîn.
Bîlançoya 4 rojan a Pêngava Xezeba Firatê hate eşkerekirin. Di daxuyaniyê de peyama “Em ê nefesa DAIŞ’ê li Reqayê biçikînin” hat dayîn.
QSD’ê, bîlançoya 4 rojan a Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê Berdevaka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmet ve heta xwedin bal kişand ser van tiştan:
ʺPêngava 3`yemîn a Xezeba Firatê ku di 4`ê sibata 2017ʹan de destpê kir, ji 2 baskên bakur û rojhilat ve destpê kir. Baskê yekem ji gundê Xinêz ê Silûkê pêş hate destpêkirin. Ev bask 18 kîlometreyan pêş ve çû. Baskê duyemîn jî ji gundê Bîrbeha ya Mekmen destpêkir, li vir jî şervanê me 16 kîlometreyan pêş ve çûne û di navbera wan û navenda bajarê Reqqayê de 22 kîlometre maye. Herdû baskên hemeleya me nêzî hev bûne.
Di 4 rojan de hêzên me gelek pêşketin bi dest xistine. Di van rojan de 9 gund û gelek gundik ji komên çete yên DAIŞʹê hatin rizgarkirin. Gelek cebilxane û wesayît leşkerî hatin desteserkirin. Her wiha 2 erebe yek ji wan bombebarkirî bû, 2 motrsklêt, balafirek keşfê û gelek bargehên leşkerî hatin rûxandin. Cenazeyên 18 çeteyan ketin destê şervanên me.
Gundên Ebû Sûsa û Mixêzile ji aliyên şervanên QSD`ê ve hatiye dorpêçkirin û heta niha şer li wir didome. Ev gund jî di encama şerê dijwar de jî hate rizgarkirin.
Têkildarî mayînên ku çeteyê DAIŞ`ê li pey xwe çandibûn jî xebat hatin meşandin. Tîma Ramko 200 mayîn li tevahî bejahiyê û gundên hatine rêzgarkirin hatine paqijkirin. Gundê Mişêrfê û Bîrsaîd ji mayînên û bermahiyên çeteyan hatin paqaijkirin û rê hate dayîn ku gel vegere malên xwe. Bi sedan welatî vegeriyan. Li herdu baskan jî welatî ji aliyê şervanên QSDʹê ve têne rizgarkirin û li deverên bi ewle têne bicihkirin.
Çeteyê DAIŞ`ê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî welatiyên ku ji ber zilma DAIŞ`ê berê xwe didan gundan, kir û di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû û şervanan welatî rizgar kirin û birin cihê bi ewle.
Tîma Ramko wê di demeke nêz de hemû mayînên ku li gund û bejahiyê hatine çandin bê bandor bikin da ku welatî di demeke nêzîk de vegerin gundên xwe.
Pêngava 3`yemîn ya hemleya Xezeba Firatê dewam dike û armanca me ew ku bakur-rojhilatê Reqayê ji çeteyan rizgar bibe, hemû rêyên ku diçin Reqayê werin qutkirin û bi vê yekê jî wê çetyên DAIŞʹê di bajar de werin fetisandin.”