'Bila komploger zanibin; em bi 21 qatî mezin bûne'

Gerîlayê HPG'ê Kawa Garzan: Ez li ber biryara Amerîkayê nakevim. Ji ber ku ev biryar nîşan dide ku rêveberiya me sedî sed li ser şopa Rêber Apo ye.

Gerîlayê HPG’ê Kawa Garzan bal kişand ser biryara DYA'yê û bibîr xist ku ev biryar ne nû ye, ji zûdeyî biryarên bi vî rengî hatine dayin û îro dixwazin bixin meryetê. Garzan got: "Çawa biryara komployê ya radestkirina Rêber Apo hate pûçkirin ev biryar jî wê pûç bibe."

Garzan bal kişand ser van xisûsan:

'BIRYAR NE NÛ YE, 40 SAL E HEYE'

"Amerîka navê rêveberiya me dide; hevalên Cûma, Cemal û Abbas. Bila cîhan vê baş zanibe û em vê yekê pir eşkere û ji dil dibêjin. Rêber Apo bi hezaran hevalê Cemal, Abbas, Cûma afirandiye. Ev hevalên me, hevalên me yên din û rêveberiya jin, danûstandina nefesa Rêber Apo ne. Lewma danûstandina nefesê me ne jî. Wê çi bikin? Yanî yekî nebîne, yekî bi vê meseleyê nizanibe, vê dozê, vî şerî nizanibe wê bêje qey Amerîka bi şev û roj li pey van hevalan e û ev heval jî xwe vedişêrin. 

Divê mirov vê ji bîr neke. Yên ku vî şerî bi Rêber Apo re mil bi mil bi rê ve dibin ev heval in. Tu heta niha li ku bû? Tu yê bêjî qey heta niha Amerîkayê, balafir, keşf, tank û topên xwe bi kar neaniye, nedaye Tirkiyeyê ya jî êrîşî me nekiriye îro biryar daye. Na, ev biryareke 40 sal berê ye. Ev biryar ji sala 1985'an û vir ve hatiye girtin. Îro dixwaze bixe meriyetê. Rêber Apo digot, 'we min girt, we komplo kir, we Ocalanek girt. Lê belê bi hezaran Ocalan heye'. Rêxistina me, civaka me, tevgera me, pêngava şoreşa me ya niha û ya 98'an weke hev e? Na, ne weke hev e. 

'HEVRÊYÊN ME BI RÊBER APO RE NE'

1998-2018 bû 20, 21 sal in. 21 car in em mezin bûn, em bilind bûn. Her salê em pêngaveke mezintir diavêjin. Kî vê dike? Rêveberiya me dike. Bi navê xwe bêjim; bi vê biryara Amerîkayê ez ewqasî xemgîn nînim. Ev eşkere dike ku Rêveberiya me sedî sed bi Rêber Apo re yek dimeşe. Eşkere ye hevalên Cûma, Cemal, Abbas bi her rengî bi nefesa xwe bi rêber Apo re ne. Ev jî serketineke me ye, afirîneriya Rêber Apo ye.

Bila ciwan û dayikên me bi vê zanibin; Amerîka nikare tiştekî bike. Rast e, teknîka xwe, keşfa xwe heye, lê yê me jî çiyayê me hene. Ê me jî teknîka me ya jî tiştên ku gelê me pê nizane hene. Amerîka ji vê ditirse. Amerîka li pişt perdeyê çi dibêje? Dibêje, 'Ocalanek hebû em jê xilas nebûn, niha jî Cûma derket, Cemîl Bayik derket. Em jê xilas nebûn, niha jî Dûran Kalkan, Mûrat Karayilan derket'. Amerîka fikrê Rêber Apo ji civaka me re eşkere dike. Yanî bi hezaran hene. Bila biryareke wisa bigire. Amerîka û dewleta Tirk her roj gelek biryaran dide. Lewma bila gel, ciwan xwe bê hêz nebîne û biryara Amerîkayê jî pir bi hêz nebîne. Amerîka hîn nikare sîstema dewletekê birûxîne. Lê belê ew PKK, ew Rêbertî, ew rêveberiya PKK'ê, hêza sêyemîn a NATO'yê ji aliyê leşkerî, aborî, siyasî, niha kirine dewleteke belengaz û çilmisî. Ev bi zora Amerîkayê diçe. Amerîka dibêje, 'min ev dewlet mezin kir, min îmkan dayê, hûn kî ne hûn rezîl rûswa dikin?' Em dibêjin, 'Di dema pêş me de hem biryara Amerîkayê, hem jî hêzên dagirker wê hîn bêhtir rezîl bibin. 

'WERIN… EM JI HER DEMÊ NÊZÎKTIRÎ SERKETINÊ NE'

Em jî ji ciwanên xwe re dibêjin, werin tevlî vê serketinê bibin. Werin em vê serketinê bi hev re pîroz bikin. Bi rastî jî ew îmkan heye. Û em pir nêzîk bûne. PKK bi rêveberiya xwe, bi milîtanên xwe, bi gerîlayên xwe ji her demê bêhtir vê demê nêzî serketinê bûye. Em dixwazin vê serketinê bi ciwanên xwe re parve bikin. Bi ciwanên Ereban re, bi ciwanên Kurdan re, bi ciwanên Tirkan re, bila ref bi ref werin em bi hev re parve bikin. Diçî kîjan çiyayî bi sedan heval lê hene. Û her tim jî zêde dibe, kêm nabe. Amerîka, Tirkiye, Rûsya ji vê ditirse. 

'RASTÎ LI BER ÇAVAN E'

Bila ciwanên me jî li vê xwedî derkevin. Gel her tim li Rêbertî, li tevgerê, li xwe xwedî derket. Em bawerin ji her demê bêhtir vê demê, hem ciwan, hem gel wê li tevgerê xwedî derkeve. Biryara Amerîkayê, çawa ku Rêbertî teslîmî Tirkan kir û ev hewldana wan şikest, vala derket, wê hîn bi rêxistinî, xurtî û biryardariyê ev biryara dawî ya Amerîkayê jî pûç bibe. Ev gelê Kurd e, gelê Ereb e, gelê Ermenî û Suryan e, êdî ev rastî dîtiye. Bila Amerîka qet hêvî neke."