'Bila gelê me berê xwe bide Qereçoxê'

Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşa artêşa Tirk a li Çereçoxê şermezar kir. Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl jî ji gelê li herêma Cizîrê xwest berê xwe bide Qereçoxê.

Hevserokatiya Kantona Cizîrê li ser êrîşên balafirên şer ên Tirk ên li dijî herêma Qereçoxê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺHikûmeta Erdogan-AKP`ê ji bo derbe li şoreşa Rojava û deskeftiyên demokratîk ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bidin careke dîtir êrîşî herêma Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir.

Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê giştî cîhanê zagonên navdewletî ihmal kir û sînorê cîranê xwe derbas kir. Em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê û tevahî gelên ji bo demokrasiyê têdikoşin ku destewerdana dewleta Tirk a ji herêma Cerablus destpêkir, gundên Efrînê jî topbaran kirin û ji Şengalê heyanî Efrînê êrîşî gelên me kir, şermezar bikin.

Em weke Hevserokatiya Kantona Cizîrê kiryarên dewleta Tirk a li ser gelên herêmê û êrîşa wan a herêmên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê şermezar dikin.

Em her wiha bang li hemû gelên herêma kantona Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê dikin ku piştgirî bidin hêzên me yên leheng û êrîşa wan a li ser rûmeta gelê me vala derbixînin."

Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl jî bi rêya hesabê xwe yê twîtterê êrîşa artêşa Tirk a li dijî Şengal û herêma Qereçoxê şermezar kir.

Xelîl got, "Divê gelê me yê li herêma Cizîrê ber bi Qereçoxê bi rê ve bikeve."