'Bila bavê min ê nexweş û girtiyên nexweş hemû bên berdan'

Kurê girtiyê nexweş Adnan Yalçin Welat Yalçin diyar kir ku bavê wî 23 sal in li girtîgehên Tirkiyeyê tê hiştin û bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Yalçin got, bavê wî nayê dermankirin û xwest, tevî bavê wî girtiyên nexweş hemû bên berdan.

Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên siyasî yên nexweş hene û bi salan e li gel ku gelek ji van girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan, ev pirsgirêka wijdanî û ehlaqî nehatiye çareserkirin.

Yek ji girtiyên bi nexweşiya giran Adnan Yalçin e. Yalçin sala 1996'an hate girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. 23 sal in Yalçin girtî ye. Dema ku Yalçin hate girtin nexweşiyên fitiqa piştê û zerik pê re hebû. Ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê nexweşiya penceşêra roviyan pê re peyda bû. Sala 2015'an Yalçin emeliyat bû û piraniya roviyên wî hatin jêkirin. Li gel berpirsyarên girtîgehê diyar kirin ku Yalçin nikare li girtîgehê jiyana xwe berdewan bike jî Saziya Tipa Edlî bi hinceta 'dikare bi tenê bijî' pêşî li berdana Yalçin girt.

'DIVÊ BAVÊ MIN DEMILDEST BÊ DERMANKIRIN'

Kurê girtiyê nexweş Adnan Yaliçin Welat Yalçin der barê rewşa bavê xwe de agahî da. Yalçin da zanîn ku bavê wî ji dema hatiye girtin heta niha 23 sal in li girtîgehên cuda cuda hatiye sirgûnkirin û got, "Bavê min nexweşê pençeşêra roviyan e, nexweşiya wî ya hepatît û fitiqa piştê jî heye. Nexweşiyên bavê min gihîştine asteke xetere û divê bi lezgînî li nexweşxaneyê bê dermankirin. Sala 2015'an dema bavê min li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihate girtin, emeliyat bû û piraniya roviyên wî hatin jêkirin. Her wiha dema bavê min di emelyatê de bû krîza dil derbas kir. Nexweşxaneyê rapora ku nikare li girtîgehê bimîne dan bavê min, lê belê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ev rapor red kir û rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da. Rewşa girtiyên nexweş li gorî berjewendiyên hikumetê tê nirxandin."

'BILA BAVÊ MIN Ê NEXWEŞ Û HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'

Yalçin destnîşan kir, hikumeta AKP'ê weke polîtîkayek çewisandinê zexta li ser girtîgehan kêm nake û saziyên dewletê jî di vir de xwedî rolek bingehîn e. Yalçin anî ziman, li gorî rapora 2018'an a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 1154 girtiyên nexweş dîl tên girtin û ji van jî rewşa 405 girtiyan xetere ye, divê demildest bên berdan. Girtiyê berî niha li gel bavê min dima girtiyên bi navê Mehmet Emîn Ozkan bi navê tê naskirin Apê Dedo bû ku temenê wî 80 sal e. Bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne. Li gel rapora Saziya Tipa Edlî jî Apê Dedo nayê berdan. Apê Dedo ji ber nexweşiya wî giran bûye êdî kesî nas nake. Pergala AKP'ê pergaleke ewqas faşîst e ku girtiyên nexweş weke dîl bi kar tîne. Divê rojek ji rojekê zûtir bavê min Adnan Yalçin, Apê Dedo û girtiyên nexweş hemû bên berdan. Eger navê te Kurd be û te xizmet ji Kurdan kiribe, wê demê tu dibe hedefa dewletê. Divê dewlet tu ferqê nexe nava girtiyên nexweş û hemûyan di çerçoveya exlaq de tedawî bike."

'BIJÎŞK LI GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN SIYASÎ NANÊRE'

Yalçin diyar kir, bavê wî û girtiyên din ên nexweş ên li girtîgeha Dîlokê tên girtin ji ber siyasî ne li ser lingan tên tedawî kirin û bijîşk jî li wan nanêre. Yalçin, bang li bijîşkan kir û got: "Bijîşkan hemûyan soza exlaqî ya bijîkiyê dane. Divê bi ti awayî bijîşk li nasnameya nexweşan nenêre û ji bo nexweşan tişta pêwîst bikin. Dema ku em diçin hevdîtina bavê xwe, bavê min got, ji ber ku em siyasî ne bijîşk li ser lingan li me dinêre û bijişkin dibêjin 'ti nexweşiyê we tine ye' û me dişinin girtîgehê. Divê raya giştî ji vê yekê agahdar be û li hemberî vê kiryara faşît rabe."

'BILA ÊDÎ DARBEST JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVE'

Yalçin di dawiya axaftina xwe de got: "Ez, kurê girtiyê nexweş û malbata girtiyên nexweş bang li rayedaran hemûyan dikim ku ji bo girtiyên nexweş têkevin dewrê. Bila êdî ji girtigehên Tirkiyeyê darbest dernekevin. Bila Tirkiye nebe welatê darbestan. Ji bo vê yekê jî divê demildest girtiyên nexweş hemû bên berdan."