Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
Odeyên Bijîşkan ên Herêmê, êrîşa polîs a li dijî Parlamenterê HDP’ê Dr. Habîp Eksîk şermezar kir û got: “Şideta di warê tendirustiyê de diqewime, perçeyek ê şideta civakî ye.“
Odeyên Bijîşkan ên Herêmê, êrîşa polîs a li dijî Parlamenterê HDP’ê Dr. Habîp Eksîk şermezar kir û got: “Şideta di warê tendirustiyê de diqewime, perçeyek ê şideta civakî ye.“
Odeyên bijîşkan ên Agirî, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Wan-Colemêrgê, têkildarê êrîşa polîsan a li dijî Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk, bi hevparî daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de şideta polîs hat şermezarkirin. Hat bibîrxistin ku xwepêşandan, civîn û meş, mafên mirov in ku bi destûra bingehîn û peymanên navneteweyî hatine mîsogerkirin û işaret bi wê yekê hat kirin ku zextên li ser mafên bingehîn li Tirkiyeyê, her ku diçe zêde dibin.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: ‘’Êşkence sûc e, em vê bûyerê şermezar dikin û dixwazin ku têkildarê berpirsên bûyerê tiştên pêwîst ên edlî û îdarî demildest bên kirin. Bidawîbûna şideta civakî ya berbelav dibe, bi miqatebûna li vê hesasiyetê gengaz e. Şideta di warê tendirustiyê de em rû bi rû dibin, perçeyekê şideta civakî ye. Di serî de şidet, em radigihîn raya giştî ku em ê li dijî hemû pêkanînên zextker, li bikaranîna mafên xwe yên demokratîk ên jêneger dewam bikin.“