Bihara Başûrê Kurdistanê

Bi çend wêneyan dixwazim xeml û bedewiya biharê ya li herêmên Koye, Qendîl, Qalaçolan, Silêmanî, Pencewîn, Helebçe û Hewreman ên li Başûrê Kurdistanê nîşan bidim.

Bi çend wêneyan dixwazim xeml û bedewiya biharê ya li herêmên Koye, Qendîl, Qalaçolan, Silêmanî, Pencewîn, Helebçe û Hewreman ên li Başûrê Kurdistanê nîşan bidim.

KOYE-QENDÎL-SILÊMANÎ

Dema mirov ji nava bajarê Koye derbas dibin, ku di dîroka siyasî ya Başûrê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û xwe digihînin ser girê Heybet Sûltan ê li bakurrojhilat, deşteke bê serî û bê dawî li aliyê başûr derdikeve pêşiya mirovan.

Piştre dema mirov ber bi bakurrojhilatê Heybet Sûltan ve biçin, Gola Dokanê û li rojavayê golê jî bajarê Ranya xuya dike.

Rengê şîn ê gola Dokanê û keskahiya deştê bi rengê grî û axê digihêjin hev û ew jî xwe digihînin quntarê Qendîlê û ser wan spî boz e. Rengê biharê li vê derê di zikhev de ne.

Ji bo mirov xwe bigihînin ser çiyayê Qendîlê divê di rêyên zor û zehmet de biçin û ber bi jor ve hilkişin. Bi xwezaya xwe ya bi heybet, mirovan dawet dike.

Li serê çiyê, berf hêdî hêdî dihelin û dibin sûlav, çem û diherikin gola Dokanê.

Piştî ku xatir ji bedewiya lûtkeya Qendîlê dixwazin, girê Kortekê bi bedewiya xwe dikeve pêşiya mirovan.

Li aliyê rastê yê vê herêmê gundê Barawa xuya dike, ku mîna gundekî berê yê di çîroka de qala wê tê kirin.

Xaniyên vî gundî ji kevir û xeriyê hatine çêkirin.

Di dewama vê rêyê de li aliyê rastê mirov ji Sangasarê derbas dibin.

Piştre jî ji bakurojhilatê gola Dokanê dest pê dike û heta herêmeke berfireh, gundên biçûk xuya dikin.

Li vê herêma çiyayî, gundê Dolabî dixuye, ku mîna di nava xwezayê de winda bûye û bi tena serê xwe maye.

Di dema pêşveçûnê de wê Sargallû-Bargallû derkeve pêşiya mirovan. Sargallû-Bargallû yek ji newalên narîn ên Başûrê Kurdistanê ne. Dema mirov xwe digihînin ser girê Sargallû, li quntarê pêşberî mirovan çiyayê Pîremegrûnê xuya dike.

Ev rêya ji Pîremegrûnê derbas dibe, mirovan digihîne Silêmanî û dora wê bi giran girtî ye.

SILÊMANÎ-QALAÇOLAN-PENCEWÎN

Dema mirov ji navenda Silêmanî berê xwe didin bakur û ber bi girên Azmarê ve diçin, ji bo gir derbas neke, mirov di tuneleke kin de derbas dibin, ku ev li Rojhilata Navîn kêm tê dîtin. Di dawiya tunelê de mirov herêmeke ji bexçe û xaniyên havînî, ku bi qasî Silêmanî mezin e dibînin. Ev der Sîtek e.

Di bin baran Nîsanê de em hewl didin xwe bigihînin Pencewînê.

Deşta Çûartayê, dema em jê derbas dibin bi bedewiya xwe biharê diyarî me dike.

Berevajî başûrê Silêmanî, ev der herêmeke çiyayî ye. Heyeta çiyê û şêweyê xwezayî, bi biharê re vê derê vediguherîne cihekî efsûnî.

Tê gotin, bajarokê ku li nava Başûrê Kurdistanê mirov herî zêde lê hilberînê dikin, Pencewîn e.

Ji çanda erdê li dora Pencewînê mirov ê yekê dibînin.

Di dema vegera ji Pencewîn de, ji rêya Qalaçolanê em berê xwe didin Mawatê.

Li vê derê jî çemek derdikeve pêşiya me. Bexçeyên li dora vî çemî mizgîniya biharê ye.

Em li Barsmaqê sekinîn û me li gundên Yalanqoz û Drî yên li pêşberî me bûn, temaşe kir.

Û piştre em derbasî aliyê din bûn, me li Barsmaqê temaşe kir. Di Gundekî ku di salên 1970'î de ji ber şer hate xerakirin û wêrankirin.

Di sala 1991'ê de piştî ku artêşa Saddam bi Raperînê re ji Başûrê Kurdistanê hat qewirandin, ev der careke din veguherî cihê bicihbûna mirovan.

Xuya ye jiyana li vê derê gelekî bala mirovan kişandiye.

SILÊMANÎ-HELEBCE-HEWREMAN

Di rêwîtiya ji Silêmanî ber bi Helebceyê de, me li stranên Abbas Kemandî, Nasir Rezazî û Osman Hewramî guhdarÎ kirin. Ev yek dişibe rêwîtiyek ji Wanê ber bi Bazîdê û di dema vê rêwîtiyê de guhdarîkirina li Karapetê Xaço, Aram Tîgran û Ozan Şemdîn.

Li vê derê, ev xeml û rewşa ewr a li van çiyayan, tenê di biharê de tê dîtin.

Ji Silêmaniyê ber bi Helebceyê ve dema mirov diçin, piştî rêwîtiyeke kurt li aliyê çepê gundê Ahmed Awa û Sûlava Zalm derdikeve pêşiya mirovan.

Ev der bi gundê Xurmal ku herêma Hewraman e dest pê dike û heta Tewela ya li sînorê Iraq-Îranê dewam dike.

Ji bo xwegihandina sûlava Zalmê, mirov divê destpêkê ji Xurmalê piştre ji nava Ahmed Awa derbas bibin.

Li vê newalê, darên hinar, gûz, mişmiş, hirmî, tû herêmê dixemilînin.

Bedewriyeke xwezayî ye ku ava Zalmê ji kaniya çiyê diherike û vediguhere sûlavê.

Û sûlava dibe çem, diherike dola Derbendîxanê.

Ev der cih û warê Hewremanan e. Gundên xaniyê wan ji kevir û axê hatine çêkirin, nîşaneya vê yekê ne.

Gundên Sargat, Hana Tûtman, Byara, Balxa û Tewela, ku li kûrahiya newalê hatine çêkirin, her yek ji wan xwedî bedewiyeke cuda ye.

Li başûrê van gundên li çiyê, Helebce heye. Helebce di dema biharê de dibe ku bajarê herî bedew ê Başûrê Kurdistanê be.

Li rojhilatê bajêr, li herêma çiyayî sê gundên Kurdên Kakaî hene.

Ji nava van gundan a herî diyar, Hawar e.

Gundê Hawar a kevn û Hawar a nû ew gund e ku Kurdên Kakaî yên ji Xaneqîn, Kerkûk û bajarokên din tên serdana wê.

Li başûr û başûrrojavayê Helebceyê, gola Derbendîxanê û erdên li dora wê, herêmê dixemilînin.

Daristanên li dora Helebceya ji gelek komên bawerî û nasnameyên cuda, kulîlkên ji rengê cuda, têkiliya mirov û xwezayê radixe pêş çavan.

Helebce bi hinarê xwe navdar e. Li her devera bajêr bexçeyên hinaran xuya dikin.