'Bi rêxistinbûnê pêşî li komployê hat girtin'
Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun û Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş dan xuyakirin, ku bi têkoşîna Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd re pêşî li komployê hatiye girtin.
Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun û Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş dan xuyakirin, ku bi têkoşîna Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd re pêşî li komployê hatiye girtin.
Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun û Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û destnîşan kirin, ku bi têkoşîna Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd re pêşî li komployê hatiye girtin.
Hevserokê DBP'ê yê Wanê Aygun hemû hêzên di nava komploya navneteweyî de cih girtine şermezar kir û anî ziman, NATO ku dît tevgera azadiyê ya Kurd li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê mezin dibe, xwest Kurdên ku li pêşiya armancên wan belavkariyê asteng e, ji holê rake.
Aygun da zanîn, ji ber vê yekê NATO û Tirkiyeyê di komploya navneteweyî de roleke mezin lîstine û anî ziman, ji ber ku komplo xizmetê ji berjewendiyên hêzên hegemonîk dike, bi kêrî gelan nayê û zerarê dide. Aygun diyar kir, tevî ku Ocalan dîl hatiye girtin jî, Tevgera Azadiyê ya Kurd li dora paradîgmaya Ocalan ji berê bi deh qatan zêdetir xwe bi rêxistin kiriye.
Aygun got, "Li pêşberî Tevgera Azadiyê ya Kurd, ku timî rêxistinbûna xwe mezin dike, polîtîkayên îmha û înkarê pûç bûn. Dewleta ku ev dît, ji neçarî pêvajoya aştiyê qebûl kir." Aygun raghand, Di Newroza 2013'an de piştî ku dengê Ocalan gihîşt tevahiya civakê, di nava hemû gelên Tirkiyeyê de hêviyeke nû ya jiyanê afirî. Aygun diyar kir, dewlet tirsiya ye ku gelê Kurd vediguhere hêzeke mezin a têkoşînê û ji ber vê yekê ji nû ve pêvajoya şer daye destpêkirin.
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş jî da xuyakirin, çawa ku di nava dîrokê de lîderên Kurdan hatin îmhakirin, di 15'ê Sibatê de jî xwestin Ocalan bi heman rengî were îmhakirin û destnîşan kir, ku pêşî li van planan hatiye girtin.
Ataş got, "Hêzên ku dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, xwestin gelê Kurd ji daxwaza azadiyê qut bike û ji bo bixe bin kontrola xwe, Ocalan bi komployekê dîl girtin. Tevî vê rewşê jî her daxuyaniya Ocalan alîkarî da pêvajoya demokrasiyê ya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd. Civak bi temamî ji pêvajoya şer rizgar bû û ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve Tirkiye bi pêş ve çû. Pêşîgirtina li hevdîtinên Ocalan hat wateya peşîgirtina li çareseriya demokratîk a pirsgirêkan. Manîfestoya Newroza 2013'an, rê û rêbaza demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Kengî tecrîda li ser Ocalan hat şidandin, hingî Tirkiye tengav bû û ev yek bandorê li hemû gelan dike." Ataş destnîşan kir, ku ev rewş israra di neçareseriyê de ye.
Ataş ragihand, divê tecrîd derhal bê rakirin, hevdîtin ji nû ve werin destpêkirin, şert û mercên Ocalan tê de ye bên sererastkirin û diyar kir, destpêkirina hevdîtinan wê bi kêrî Tirkiyeyê were.