Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz), hevrêya me ya rûken û çavreş ku her dem berê xwe da rûbarê azadiyê û her hewl da ku di vî rûbarî de tiştên tên jiyîn bi mirovahiyê re par ve bike. Lê me bi fîşekeke bêbext û xayîn di 28’ê Adarê de ew winda kir. Di dilê me hemûyan de çawa ku hevala Nûjiyan bû birînek, di heman demê bû sozek ku rêwiyên azadiyê têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin.
Gerîllayên YJA-Starê yên ku Nûjiyan nas dikirin, an jî nas nedikirin wê rojê li kêleka rûpela rojnivîsên xwe de nivîsandin ku, e mê tu caran ji bîr nekin. Va ye ji van nivîsan çend beş;
Gerîllaya YJA-Starê Şayan Çirav girîngiya xaka Şengal û li ser şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan di rojnivîsa xwe da nirxand.
'ÎRO XAKA ŞENGALÊ BÛYE CIHÊ BI HEZARAN ŞERVANÊN HEQÎQETÊ'
Gerîllaya YJA-Starê Şayan Çirav di despêka nivîsa xwe de behsa girîngiya xaka Şengalê dike û wiha dinivîse: “Dema em li rastiya heqîqetê bigerin, em ê bibînin ku ji her çar hêlên Kurdistanê ciwanên xwedî vîn û bawerî berê xwe didin xaka pîroz ango cihê Derwêş û Edûlan. Îro xaka Şengalê bûye cihê bi hezaran şervanên heqîqetê. Her bihostekê vê xakê bûye şahidê lehengiya bi hezaran ciwanên vê heqîqetê. Her ciwaneke ku xwe gihandiye vê xaka pîroz xwe gelekî bi şans didît, ji ber bi baweriya ku wê gelê xwe ji destê Dehaqên zalim rizgar bikin, dest bi vê meşa xwe kiribûn. Lewma her şervanên heqîqetê dema xwe digihand vê xakê xwe pir bextewer hîs dikirin. Ji ber ku her şervanek li ser vê xakê dibû çirûskên hêviyê ji bo vî gelê penaber û hêviyên wan bigihînin serkeftinê. Lewma her şervanek bi vê baweriyê ve dest bi meşa xwe ya ber bi warê Derwêş û Edûlan ve kir û xwestin van perdeyên îxanetê biqetînin. Ji ber îxaneta ku dihat meşandin hêrsa dilê wan digihişt lûtkeyên herî jor û dixwestin siya Dehaqên zalim, kêliyek berî kêliya din ji ser vê xaka pîroz hilînin. Lewma şervanên heqîqetê bi vê hêrs û kîna sedsalan ve dest bi vê meşa xwe kirin û her yek ji wan bû volqanek û di dilê îxanetkaran de teqiyan.”
'KESAYETEK KU HER KÊLÎ BI HEQÎQETÊ VE HATIBÛ XEMILANDIN'
Çirav dibêje “Bêguman yek ji van şervanên heqîqetê jî hevala Nûjiyan bû” wiha domîne “Hevala Nûjiyan yek ji wan hevalan bû ku herî zêde bi hêrs û kîneke mezin ve dixwest rastiya vê îxaneta ku li Şengalê hatiye meşandin bi cîhanê re par ve bike û bibe dengê gelê xwe. Ji bo ku bibe dengê gelê xwe bi rihekî fedayiyane ji warê pêxemberan dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi warên azad ve kir, ev rêwîtî kêlî bi kêlî ber bi heqîqetê ve çû û xwe berdida nava kûrahiya rûpelên dîrokê û xwest bibe sîper li pêşiya siya îxanetê. Lewma kesayetiya hevala Nûjiyan ango nûçegihana heqîqetê xwedî kesayeteke bi vî rengî bû, yanê kesayetiyeke ku her kêlî bi heqîqetê ve hetibû xemilandin. Lewma her kêlî ber bi heqîqetê ve diçû. Ji bo ku bi her awayî rûyê îxanetê bi cîhanê re par ve dikir bû hedefa hêzên îxanetkar.”
'NEDIXWEST KU TI CARÎ RASTÎ DI TARÎTIYÊ DE BIMÎNE'
Gerîllaya YJA-Starê Çirav kesayeta Nûjiyan di rojnivîsa xwe de bi van xetan vedibêje: “Dema ku mirov li kesayetiya hevala Nûjiyan binihêre, mirov dê bibîne ku çawa her kêliyên xwe yên jiyanê bi coş û tijî jiyaye. Ango her kêliyên xwe yên jiyanê bi rengê serkeftinê xemilandiye. Ji ber ku evîndara jiyanê bû, di tu dem û wextê de li paş nedima, her kêliya ku li kîjan deverê xeteriyek hebûya, hevala Nûjiyan li wir bû û rûyê rastiyê ji cîhanê re vedigot. Nedixwest ku tu carî rastî di tarîtiyê de bimîne, her tim dixwest bibe dengê gelê xwe û rastiya heqîqetê bigihîne gelê xwe. Lewma di dema herî zor de ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da çiyayên pîroz ango çiyayên Kurdistanê, ji ber ku dizanibû heqîqeta herî rast li van çiyayên pîroz ango li Çiyayên Kurdistanê ye. Lewma dixwest bi hemû kelecana xwe ya jiyanê ve weke navê xwe jiyanek nû, yan jî jiyanek tijî hêvî û hîskirin diyarî gelê xwe bike. Coş û kelecana jiyanê ya hevala Nûjiyanê li warê Edûlan bû dengê ciwanan û wan ber bi rastiya heqîqetê ve bir.
'BI SEDAN KEÇÊN ÊZÎDXANÊ DANE SER ŞOPA NÛJIYAN'
Gerîlla Çirav, qala sekna Nûjiyan û Nazê kir yên ku kêliyên tarîtiyê derxistin ronahiye û nivîsa xwe wiha bi dawî dike. “Îro rastî di kesayetiya keça ciwan ango pêşenga xaka Êzîdxanê Nazê Nayîf de bû henaseya raperînê. Êdî di kesayeta hevala Nûjiyan û Nazêyan de bi sedan jinên Êzîdxanê ketin ser vê riya heqîqetê. Her kêlî dil, rih, mejî û canê xwe dikin sîper ji bo xaka xwe. Ev rastiyek e ku her jinek ya Êzîdxanê dilxwazê xaka xwe ye, lê nezan bûn, lewma li benda rênasekê bûn ku dest bi meşa xwe ya heqîqetê bikin. Îro Nazê û Nûjiyanan ev rê li ber wan vekir, yanê êdî şervanên vê xakê ji tariyê ber bi ronahiyê ve dest bi meşa xwe kirine û kêliyên tarîtiyê derdixin ronahiyê.”
'EV JIYANA BI WATE DIVÊ DI DILÊ KURDISTANÊ DE BÊ NEQIŞANDIN'
Gerîllaya azadiye Mizgîn Şivan li ser Nûjiyan Erhan hestên xwe di rojnivîsa xwe de wiha dinivîse:
“Ez ê porxeleka xwe di nava dilê Kurdistana rengîn de bidim neqişandin, ji bo jiyana wê ya bi wate. Ji ber ku porxeleka çiyayî di hemû jiyana xwe de, bi wateya jiyaneke rasteqîn re jiyana xwe daye meşandin. Di hemû hizir û ramanên xwe de, li pey şopa heqîqetê meşa xwe ya azadiyê dida meşandin”
'LI BER XWE DA RAMANÊN MEZIN'
Şivan, Nûjiyan bi gotinên wê mînakan dide û wiha didomîne “Bêedaletî di jiyana xwe de nedida pejirandin û ji bo jiyaneke bi edalet bide avakirin, bîst û çar seatan li hemberî bêedaletiyê şerê xwe yê heqîqetê dida meşandin. Digot; ‘em zarokên axa pîroz in, divê em ji bona jiyaneke bi wate di nava berxwedaniyê de bin.’ Bi vê meşa xwe ya bi wate re, wate li hemû rastiya jiyanê jî dida barkirin û digot; ‘divê em nehêlin dijminê me yê xedar destdirêjiyê li ser çanda bav û kalên me bike’ û bi wê rihê xwe yê mîna deryayan re berê xwe dida ramanên mirovê mezin. Dema berê xwe dida ramanên azadiyê, di wan kêliyan de, bedena wê di nava aramiya jiyaneke bi wate de tijî dibe. Xelekên pora wê li ber bayê çiyayên bilind difiriya nava stêrkên azadiyê.”
'HER MIROVEK DIXWEST BIBE HEVRÊYA/YÊ WÊ YÊ DOZÊ'
Şivan di nivîsa xwe de bal dikişîne têkoşina Nûjiyan a ku li çiyayên azad dest pê kiriye û di rojnivîsa xwe de wiha berdewam dike: “Belê em jî bir nekin; porxeleka çiyayî jî, qurtek ava kaniya bajarê dayîka xwedawend vexwaribû û bi wê zelaliya wê re jî nexşa xwe ya jiyana azadiyê di nava bedewiya roja pîroz de daye nivîsandin. Porxeleka jiyana heqîqetê, di hemû kêliyê xwe yê jiyanê de, jiyana xwe di nava têkoşîneke bêhempa de daye meşandin û li hemberê hemû paşvêrûtiyan jî şerê xwe yê berxwedaniyê daye kirin. Dema ku ez li bejna porxeleka esmer temaşe dikim, ez bedewiya jiyana jinên şoreşger di wan reşikên çavê wê yên bîriqî de dibînim. Di çavên esmera şoreşger de hêviya pêşeroja zarokê berxwedêr dihate dîtin. Di ronahiya çavê wê de bedewiya zarokê dayîka pîroz xuya dikir, bi wan çavê xwe yên pak re dilê hemû mirovan ji bo jiyaneke nû dida qezenckirin. Ji bona vê yekê jî, her mirovek dixwest bibe rêhevalê/a wê yê dozê.”
Şivan diyar dike ku ‘şoreşgera porxelek dixwest çîrokên zarokên Şengalê bi nûçeyên xwe re mayînde bike lê we îro di dilê hemû jin û zarokên Şengalê de mayînde bû’ û bi van xetan dawî li nivîsa xwe tîne: “Belê, ev meşa wê ya pîroz dibe dengê qîrîna zarokên Şengalê û her miroveke şoreşger jî dixwaze bibe dengê hêviya pêşeroja cîvaka Şengalê. Û heta dawîyê li ser vê dozê têkoşîna xwe domand.”
'ÊDÎ EW STÊRKEKE DI NAVA ASÎMAN DE YE'
Gerîllaya YJA-Starê Nefel Kato jî her çiqas Nûjiyan nas nekiribe jî hestên xwe derbiriye û di rojnivîsa xwe de rêwîyên azadiye dişibîne stêrkên asîmanan û rêwiya herî dawî ji bi Nûjiyanê digire dest. Nivîsa Kato wiha dest pê dike: “Em her çendî ji hevdu dûr bin bi riya stêrkan em xwe digihînin hev û bêrîkirinên xwe bi hev re par ve dikin. Êdî ew stêrkên li asîmanan li derdora hev dicivin ji bo ku me rêwiyên azadiyê bigihînin hev. Belê, rêhevala me ya Nûjiyan jî di heman civata stêrkan de cihê xwe girt û bû parçeyek ji rastiya jiyana rastiyê.
'EM NIKARIN KENÊ LI SER RÛYÊ VÊ RÊWIYA AZADIYÊ BI ÇEND HEVOKAN PÊNASE BIKIN'
Kato bi gotina “Dibe ku min ew ji nêz nas nekiribe, lê belê kenê li ser rûyê wê hemû bêrikirinên xwe ji me re vedigotin” û vê şopa ken û sekna Nûjiyanê bi van hevokan vedibêje: “Ronahiya çavên wê mîna ku bi salan em bi hev re jiyabin, em vedixwandin riya têkoşînê. Dibe em di heman mekanî de rastî hev nehatibin û me silava rêhevaltiyê nedabe hev, lê belê riya ku ew tê re derbas dibû û têkoşîna ku wê ji bo welatê xwe dikir em nêzî hev dikirin. Riya ku ew tê de bi gavên mezin dimeşiya, şopek serpêhatiyên xwe yên têkoşînê li pêyî xwe dihişt. Erê ji ber vê yekê ye ku em ê nikaribin kenê li ser rûyê vê rêwiya azadiyê bi çend hevokan pênase bikin. Kenekî wisa ye ku hemû rastiyên jiyanê di wî rûyê xwe yê bi ken de vehewandiye. Kenekî ku xwe digihîne hemû rastiya jiyanê.”
'HERIKÎNA JIYANÊ BI TE RE KETIBÛ PÊŞBIRKÊ KU BERIYA TE BIGIHÊJE ARMANCA XWE'
Gerîlla Kato bi hevoka “Gelo binavkirina vî kenê li ser rûçîkên Nûjiyanê ez ê ji we re çawa pênase bikim nizanim” behsa bandora li ser kiriye dike û di dirêjahîya nivîsa xwe de wiha cih dide rojnamevan Nûjiyan: “Bi wê ronahiya çavên xwe hemû serpêhatiyên welatê me yên bi êş ji me re vedibêje. Kêliyên jiyanê yek bi yek di wan reşkên çavên wê de diyar dibin. Erê rêhevala pakrewanan, tu mîna navê xwe bûyî. Bi pênûs û ragihandina rastiyên xwe re te her roj jiyan nû dikir. Gelo ji ber vê bû ku te navê xwe kiribû Nûjiyan! Yanî afirandina jiyaneke nû. Rast e, te jiyan bi têkoşîna xwe nû dikir. Ma gelo ji ber vê bû ku herîkina jiyanê bi te re ketibû pêşbirka ku ka kî beriya kê bigihêje armanca xwe. Herîkina jiyanê bi herîkin û mezinbûna têkoşîna te xweşik dibû. Gelo ji ber vê têkoşîna te ya bi rûmet bû tu bûyî hedefa guleyên îxanetkarên welat.
'WÊ ENCAMA BERXWEDANA TE BIBE MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ'
Li ser Nûjiyanê bi van hevokan Kato nivîsa xwe bi dawî dike “Lê bila îxanetkar jî vê bizanin bi hedefgirtina te re nikarin me ji ser rastiyan vegerînin. Berovajiyê wê em ê li ser şopa têkoşîna te bimeşin heta ku em bigihêjin rastiyên jiyana dîrokê. Carekê xwestin me ji dîrokê bi temamî rakin û tine bikin. Lê ev dem ne ew dem e, ne jî mirovên ku di vê sedsalê de dijîn ne ew mirovên berê ne ku ji her tiştî re bibêjin ‘erê.’ Ew roj derbas bûn. Êdî roj rojên qehremanî û berxwedaniyê ne. Ji ber ku ya ku dijmin ferzî me dike tenê ev e. Ew çendî êrîşî me bikin wê bersiva me timî berxwedaniya me be. Em li ku derê bin bila bibin, ji me re zor û zehmetiyên jiyanê ne girîng in ji bo me ya girîng encama berxwedaniya me ye. Belê rêheval, wê encama berxwedaniya te jî bibe mezinkirina têkoşîna me û şopdarê riya te.”