Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş têkildarî 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ji ANF’ê re axivî.
Peyman Elûş bi bîr xist ku çawa ku Rêber Apo di nava şert û mercên herî zehmet de têdikoşe, ew ê jî bi wî ruhî têbikoşin û got: "Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê têkoşînê berdewam bikin. Di şexsê her sê xwişkên Mîrabel û şehîdên dawî yê têkoşîna azadiyê de, em ji bo azadiya jinê bi roj û şev di nava têkoşînê de ne. Ji bo rakirina tundî û desthilatdariyê li hemberî sîstemên qirker û dagirker têkoşîn tê kirin. Em hemû şehîdên ku di şoreşa azadiyê de canê xwe feda kirine, bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî têkoşîn û berxwedana wan ditewîn in."
‘KAPÎTALÎZM JI BO PEJIRANDINA TUNDIYÊ SERÎ LI HER RÊBAZÊ DIDE’
Peyman Elûş diyar kir ku di serdema kapîtalîzmê de êdî tundî gihîştiye asta lûtkeyê û wiha pêde çû: "Bi awayekî modern û şerê taybet dixwazin, jinê ji rêzê nîşan bidin, weke amûrekî serdemê bidin pejirandin û di nava wê tundiyê de bide qebûlkirin. Bi hezaran sal tundî li ser jinê tê kirin, di bin navê cuda cuda de dixwazin ew tundî û sîstem bi awayekî normal were dîtin. Li herêmên dagirkirî tundî ji aliyê faşîzmê ve li ser jinê tê kirin, jinên pêşeng tên hedefgirtin."
‘LI DIJÎ DESTHILATDARIYÊ SEDSALA 21’AN WÊ BIBE SEDSALA AZADIYA JINÊ’
Peyman di dawiyê de ragihand ku çawa li Rojhilatê Kurdistanê, ‘Jin Jiyan Azadî’ hat qîrkirin, pêlê xwe berda tevahî cîhanê, li Hindistan û tevahî welatên din ev dirûşme deng veda, ew ê bi vê dirûşmeyê bi ser bikevin û got, "Li dijî tevahî tundî û destdirêjiyê wê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinê. Bi artêşbûna jin û bi tevgera azadiyê, ne tenê li Rojava û ne tenê li her çar parçeyan li tevahî cîhanê êdî jin rabûn û li dijî wê zihniyetê şoreş pejirandin. Ev jî bi fikrê Rêber Apo ye. Em ê li hemberî hemû desthilatdariyê serî hildin heta ku jin azad dibe. Bi her sê xwişkên Mîrebal dest pê kir, heta her sê jinên Parîsê, şehîd Bêrîtan, Zîlan û pêlên xwe gihîştin Sara, Rûken û Asya ku canê xwe feda kirin da ku civakeke azad û wekhev bidin avakirin. Em soz didin ku em ê xeta têkoşînê berdewam bikin."