Bi hatina Cejna Qurbanê re serdana gorên şehîdan kirin

Endamên Tevgera Azadî ya Kerkûkê bi boneya Cejna Qûrbanê serdana goristanên şehîdan kirin.

Di rojên Cejna Qurbanê de weke hemû cejna bûye çandek serdana gorên şehîdan tê kirin. Di saetên êvarî de endamên Tevgera Azadî li Kerkûkê serdana gorên şehîdan kirin.

Di serdana li goristanan deqeyek rêz hate girtin.

Endamê Meclîsa  Tevgera Azadî ya Kerkûkê Omer Hacî Husên di serdanê de axivî û di serî de Cejna Qurbanê li hemû alema Îslamê pîroz kir. Husên diyar kir ku serdana gorên şehîdan dikin û girêdana xwe ya bi wan re dubare dikin.

Hûsên diyar kir ku şehîdan ji bo pêkve jiyanê canê xwe dan û got: “Erkê dikeve ser milê me heta gihiştina armancên şehîdan em dev ji rê û rêbaza şehîdan bernedin. Me li çar parçeyên Kurdistanê şehîd daye ji bo doza azadiya Kurd û Kurdistanê.”