Bi girseyî serdana şîna şehîd Herekol Hezex kirin

Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen di şîna şehîd Herekol Hezex de axivî û got: “Me bi kujin jî, bigirin jî wê nekarin kesên ku ji vê têkoşînê bawer dikin, têk bibin.”

Li navçeya Hezex a Şirnexê ji bo şehîd Herekol Hezex (Yûnûs Ûras) şîn hate danîn. Xelkê navçeyê bi girseyî serdana şîn kir. Gerîlayê HPG’ê Herekol Hezex li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi Rodî Nalîn (Orhan Elma) re di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Rêveberên Komeleya Çandê û Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda kirine (MEBYA-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) jî di nav de, gelek kesan serdana şîn kir.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Abdullah Gungen di şînê de axivî û got: “Êşa me mezin e. Lê ev rastiyeke jiyan û têkoşînê ye. 50 sal in gelek kesan di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Gelê me ji bo hebûna xwe bide qebûlkirin, berdêlên mezin da û dide.

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye. Li gel vê yekê hevalên me ji bo şikandina vê tecrîdê, li girtîgehan canê xwe dane ber mirinê. Yek armanca vê heye, ew jî da ku gelê Kurd hebûn û têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Em jî weke hevrêyên wan, divê vê têkoşînê hîn pêştir bibin. Me bi kujin jî, bigirin jî wê nekarin kesên ku ji vê têkoşînê bawer dikin, têk bibin.”