‘Bi dengdanê mirov dikare rê li ber guhertina demografiya Kerkûkê bigire’

Şêniyên Kerkûkê diyar kirin ku bi dengdanê mirov dikare rê li ber guhertina demografyaya Kerkûkê bigire û gotin: “Nabe ku Kurd dengê xwe nedin. Ji ber ku serkeftina Kurdan dubare vegerîna rûmetê ye bo rûniştiyên bajêr e.”

Îro dengdana giştî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê destpê kir û piştî 18 salan yekem car e ku li Kerkûkê hilbijartina encumena parêzgehê tê kirin.

Dengdêrên Kerkûkê dê li 565 navendan dengên xwe bidin. Li Kerkûkê mafê dengdanê yê 868 hezar û 901 kesî heye û 245 kesan xwe berbijêr kiriye û li ser bidestxistina 16 kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê pêşbaziyê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku roja şemî li Kerkûkê dengdana taybet hate kirin û hêzên asayişê, artêş û aware beşdarî dengdana taybet bûn û îro jî dengdana giştî tê kirin.

Şêniyên Kerkûkê ji ANF’ê re axivîn û daxwaz ji gel kirin ku ji bo parastina Kurdistanîbûna Kerkûkê û rûniştiyên wê û ji bo pêşîgirtina guhertina demografiya Kerkûkê û ji bo bihêzbûna pozîsyona Kurdan li Kerkûkê beşdarî proseya dengdanê bibin.

‘KURDAN RÊ LI BER KOMPLO Û SIYASETA GUHERTINA DEMOGRAFIYA BAJÊR GIRTIYE’

Mihemed Seyid Kerîm li ser girîngiya hilbijartina vê carê ya li Kerkûkê wiha got: “Girîngiya hilbijartina vê carê ji bo Kerkûkiyan careke din selmandina Kurdistanîbûna Kerkûkê ye û selmandina wê yekê ye ku Kurdan rê li ber wan hemû hewlên erebkirina rejîmen Iraqê yên berê girtiye ku xwestine demografiya Kerkûkê biguherînin û bajêr bikin Ereb.”

Her wiha Mihemed Seyid Kerîm ragihand: “Gelek kes ji desthilatdariya Kurd û rewşa heyî aciz in, lê belê bi nêzîkbûna hilbijartinê re her roj gel zêdetir dixwaze beşdarî hilbijartinê bibe. Kurd bi serkeftina vê carê dikarin bûyerên 16’ê Cotmehê qerebû bikin.”

‘DENG BIDIN BIHÊZKIRINA POZÎSYONA KURDAN’

Mihemed Seyid Kerîm di dawiya axaftinên xwe de peyamek arasteyî rûniştiyên Kerkûkê kir û got: “Peyama min ji bo xelkê bajarê Kerkûkê ew e ku bila beşdarî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin lîsteyên Kurd da ku dengên Kurdan tune neçin û pozîsyona Kurdan di Encumena Parêzgeha Kerkûkê da bi hêz bibe.”

‘BI DIRÊJAHIYA DÎROKÊ PIRANIYA BAJÊR KURD BÛYE’

Çavdêrê siyasî û siyasetmedar Mela Ferman der heqê hilbijartinên Kerkûkê wiha got: “Di vê hilbijartinê de girîng e ku Kurd piraniya kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi dest bixin.  Di hilbijartinan de Kurd her tim piranî bûne û ev jî wê yekê diselmîne ku bi dirêjahiya dîrokê piraniya bajêr Kurd bûne. Tevî hemû hewlên rejîmên Iraqê yên ji bo erebkirina Kerkûkê û guhartina demografyaya wê û tevî wan hemû zilmên ku desthilatdarên Bexdayê li hember Kurdan kirine û tevî wê zilma ku desthilatdariya Kurd li Kurdan kiriye, piraniya bajêr Kurd e.”

‘KURD JI HÊLA QANÛNÎ VE DIKARIN PARASTINA XWE BIKIN’

Li ser girîngiya bidestxistina piraniya kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji hêla Kurdan ve, Mela Ferman ev tişt anîn ziman: “Eger Kurd piraniya kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi dest bixin, dê ji hêla derûnî ve ji bo Kurdan gelek baş be ku li dijî proseya erebkirinê bisekinin. Her wiha Kurd dikarin di mijarên wekî dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd de ji hêla qanûnî ve berevaniyê ji xwe bikin. Lewma ez daxwazê ji Kurdên bajêr dikim ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin lîsteyên Kurdistanî.”

‘HER DENGEK GULEYEK E LI LAŞÊ DAGIRKERAN’

Şêx Eşref Talebanî jî li ser girîngiya hilbijartina vê carê wiha got: “Girîngiyeke vê hilbijartinê heye. Demeke dirêj xelkê Kerkûkê ji vê hilbijartinê bêpar hatiye hiştin. Niha derfetek pêk hatiye ku Kurd bi rêya qanûn û demokrasiyê mafên xwe bi dest bixin. Li hember wê zilma ku li Kurdan hatiye kirin û ji bo ku axa Kurdan neyê dagirkirin, divê em Kurdane li vê derfeta dîrokî binêrin û wê fikra berteng a hizbî neynin nav Kerkûkê. Ji ber ku di vê hilbijartinê de her dengek guleyek e li dagirkeran û yên ku Kerkûkê dikin Ereb.”

‘HEWLÊN EREBKIRINÊ YÊN DAGIRKERAN BI SER NAKEVIN’

Şêx Eşref Talebanî bal kişand ser metirsiya îdareya ferzkirî ya li Kerkûkê û domandina proseya Erebkirina Kerkûkê û çewisandina gelê Kurd û got: “Îdareya bajêr û parêzgarê ferzkirî yê Kerkûkê gelek Ereb anîne Kerkûkê, lê hewlên Erebkirinê yên dagirkeran bi ser nakevin. Ji ber ku çar aliyên Kerkûkê gund û eşîrên Kurdan in. Bajarê Kerkûkê ji hêla dîrokî û cografî ve û ji hêla rastiya niha ve bajarekî Kurdistanê ye.”

Şêx Eşref Talebanî jî peyamek arasteyî Kerkûkiyên ku li bajarên din niştecih bûne, kir û got: “Kerkûkiyên ku li bajarên din niştecih bûne, ez daxwazê ji wan dikim ku di roja hilbijartinê de werin Kerkûkê û dengê xwe bidin azadiyê da ku Kurd bikarin li bajarê xwe parêzgarekî Kurd diyar bikin û ew neheqiyên ku di salên borî de li hember Kurdan hatine kirin, bikarin wan çareser bikin.”

‘SERKEFTINA KERKÛKÊ DUBARE VEGERÎNA RÛMETÊ YE JI BO KURDISTANÊ’

Şêx Eşref Talebanî di dawiya axaftinên xwe da ev tişt anîn ziman: “Ji bo rexnekirina desthilata Kurd, xelk dikare xwe rêxistin bike û pêşengên xwe yên rasteqîn bibîne. Di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de xelk dikare helwesta xwe nîşan bide. Lê belê ji bo bajarê Kerkûkê çênabe ku Kurd dengên xwe nedin. Ji ber ku serkeftina Kerkûkê dubare vegerîna rûmetê ye ji bo Kurdistanê. Lewma pêwîst e hemwelatî bi dilekî pir bi coş û xiroş biçin ser sindoqan.”