Bi deh hezaran li Newroza Mêrdînê hatin ba hev

Li navçeyên Nisêbîn û Midyad ên Mêrdînê bi deh hezaran kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.

Li Nisêbînê tevî êrîşên qirker ên li ser taxên herî zext lê hene li Qada Cigerxîn ji sibehê ve bi tevlîbûna sedan kesî Newroz hate pîrozkirin. Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Pero Dundar û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin.

Namzetên Hevşaredariyê yên HDP’ê yê Nisêbînê Sermîre Nergiz û Ferhat Kut Newroz li gel pîroz kirin û got. “31’ê Adarê em ê sidoqan bi dengê xwe biteqînin”. Piştre jî Koma Amara derekte ser dikê û bi stranên xwe coşa gel zêde kir û govend hate gerandin.

Peyama Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sincar ê li dijî tecrîdê li girtîgehê 21 roj in di grevê de ye hate xwendin.

Pero Dundar jî axivî û 16 kesên di Newroza sala 1992’an de hatibûn qetilkirin bibîr anî û got: “Em her salê bi zêdetir dadikevin qadan. Ev der Kurdistan e.”

Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî Newoza gel pîroz kir û got: Newroz dîroka berxwedanê ya gelê Kurd e. Agirê li dijî zimê li qadên Nerozê hatî dadan hê jî li qadan dewam dike. Kawa jî îro li vir in. Kawa bi agirê Newrozê li dijî zaliman têkoşîna xwe didomîne.”

Turk anî ziman ku divê di hilbijatinê de bi ser bikevin û got: “Em ê tevî hîle û fêlbaziyên wan jî bi ser bikevin. Bi têkoşîna we em ê hîleyên wan vala derbixin.”

MIDYAD

Li Midyadê jî bi hezaran kes li Otogara Midyadê hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Kurd, Tirk, Ereb, Sûryan Mihallemî bi rengên xwe tevlî şahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven hate silavkirin.

Namzetên hevşaredariyê ya Midyadê Osman Demîrcî û Hava Balci jî silav dan girseyê û daxwaz ji gel kirin ku bi ruhê Newrozê biçin ser sindoqan. Her wiha Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Midyadê Fîgen Altindag , Parlementer Tûma Çelîk jî axivîn.