BI DÎMEN

Bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê ya li Qendîlê

Ji bo pîrozkirina cejna vejîn û azadiyê ya gelê Kurd, Kurdistaniyên ji çar parçeyan berê xwe dan çiyayê Qendîlê.

Newroza 2017'an a li Qendîlê bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' tê pîrozkirin. Mîna her sal, îsal jî bi deh hezaran kes pêşwaziyê li Newrozê dikin.

Kurdistaniyan duh êvarê berê xwe dan çiyayê Qendîlê û li dora qada pîrozbahiyê kon vedan, agir dadan. Gel li ber agirê Newrozê govend gerand û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" qîriya.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, KJK, PKK, HPG-YJA Starê hat xemilandin. Li kaşekî li pêşberî qada pîrozbahiyê jî aleke mezin a ji rengên kesk, sor û zer hat daliqandin.

Pîrozbahî wê saet di 11:00 de dest pê bike. Gel ji niha ve govendê digerîne.

Tê payîn, peyamên Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê û Koma Jinên Kurdistanê (KJK) bi nivîskî werin xwendin. Her wiha Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê jî peyamê bide.